Ji bo 3 gêrîlayên HPG’ê mala sersaxiyê hate vekirin

Ji bo 3 gêrîlayên HPG’ê mala sersaxiyê hate vekirin

Malbata gêrîla Îsmîl Uzunboy (Firat Amed) û MEYA-DER’ê ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê yên ku di sala 2010'an de ji aliyê Server - (Star Cemil) ve bi komployekê hatin qetilkirin serlêdana sersaxiyê hat qebûlkirin.

Ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê yên ku di sala 2010'an de ji aliyê Server-(Star Cemil) ve bi komployekê hatin qetilkirin mala sersaxiyê hat vekirin. Malbatê û MEYA-DER'ê sersaxî qebûl kir û ziyaretan dest pê kir. Malbata gêrîla Îsmaîl Uzunboy (Firat Amed) û MEYA-DER li mala Sersaxiyê ya Pîraniyan a Taxa Dîrekxanê ya navçeya Rezan a Amedê mala sersaxiyê vekir. Mala sersaxiyê bi alên KCK, PKK'ê, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên 3 gêrîlayên HPG'ê ên bi navê gêrîla Cemil Atabay (Nevzat Erdal), Ekrem Aksoy (Deniz Bradost) û Îsmaîl Uzunboy (Firat Amed) hat daliqandin. Şaredariya bajarê mezin a BDP'î, navenda rêxistina BDP'ê û rêxistinên navçeyan, MEYA-DER, DÎYA-DER û gelek hemwelatî mala sersaxiyê ziyaret dikin.