Ji ber xutbeya bi Tirkî, welatiyan mizgeft terikandin
Ji ber xutbeya bi Tirkî, welatiyan mizgeft terikandin
Ji ber xutbeya bi Tirkî, welatiyan mizgeft terikandin
Li navçeya Hezexa Şirnexê welatiyên ku xwestin nimêja Înê bikin çûn mizgeftê, lê ji ber xudbe bi tirkî hat xwendin welatiyan nerazîbûn nîşanî vê helwestê dan û ji mizgeftê derketin. Li Êlih, Wan û Melazgirê jî bi hezaran kesî ji bo nimêja Înê ref girê dan.
Li navçeya Hezexa Şirnexê piştî 2 salan welatî ji bo nimêja Înê çûn mizgeftê. Welatiyan ji ber ku mele xutbe bi tirkî xwend nerazîbûna xwe anîn ziman û mizgeft terikandin. Welatiyên ku nerazîbûn nîşanî xutbeya tirkî dan gotin: "Di şûna ku xutbeya bi tirkî guhdarî bikin, emê biçim mala xwe û bi serê xwe nimêja xwe bikin ji vê rewşê çêtir e."
Nimêja Înê ya li Êlihê bi tevlîbûna hezaran kes li hewşa Şaredariyê pêk hat. Beriya nimêjê meleyê DA-DER'ê Îzzettîn Ege, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku divê demildest hikûmet gav biavêje û hat xwestin ku şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tendûristiyê bê çareserkirin.
Li Wanê jî bi sedan welatî li otoparqa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nimêja Înê kirin. Li vir jî Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Oldaran a Wanê Mele Mugdat Mîrekoglu weaz da û ji bo hemû girtiyên nexweş dua hat kirin.
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî bi tevlîbûna sedan welatiyan nimêja înê li avahiya BDP'ê ya Milazgirê hat kirin. Mela Nurî Adiyaman bi kurdî weaz da. Adiyaman di weaza xwe de bal kişand ser meha Ramazanê Piştî weazê welatiyan nimêja Înê kir.