Ji ber harîtiyê her sal 59 hezar mirov dimirin

Li gorî lêkolîneke ku yekemcar li gelemperiya cîhanê hat meşandin, nexweşiya harîtiyê li cîhanê salane rê li ber mirina 59 hezar kesî vedike. Hema hema temamiya nexweşiyê bi gzkirina kûçikê har, belav dibe.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Glasgowê, li welatên Asya û Afrîkayê ku derzî bi têrkerî li kûçikan nayê xistin nexweşî gelekî belav dibe. Lêkolîneran dan zanîn ku li dijî nexweşiyê her sal 8.6 mîlyar Dolar tê xerckirin, lê tevî vê jî nexweşiya harîtiyê belav dibe.

Mînak; li Hîndîstanê her sal zêdeyî 20 hezar kes ji ber harîtiyê jiyana xwe ji dest didin. Li dû Hîndîstanê jî Çîn û Endonezya tên.

Harîtî, ku di sala 1931'ê de ji aliyê bakteriyolojîstekî bi navê Joseph Pawan ve bandora xwe a li ser mirovan hat keşifkirin, bi rêjeya ji sedî 100 a mirinê re, weke yek jî vîrûsa herî kujer a cîhanê tê dîtin.