Ji ber bîrdariya gerîla, keya ket ber lêpirsînê

Ji ber bîrdariya gerîla, keya ket ber lêpirsînê

Li navçeya Amed Licê, ji ber bîrdariya gorên gerîlayên HPG'ê li gundê Sisê hatiye çêkirin, Serdozgeriya Komarê ya Licê lêpirsîn der heqê keyayê gund Mehmet Çakir da destpêkirin.

Li gorî agahiyan, di şerên par ên li herêmên Dara Hênê û Pasûr ên Amedê û Xolxol a Çewlikê de gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, ji ber şertên wê rojê li qadên bejahî hatin veşartin, piştî demekê anîn gundê Sisê û li gorên bîrdarî yên ji bo wan hatibûn amadekirin, hatin veşarin.

Li bîrdariyê bi sedan gor hene û Serdozgeriya Komarê ya li Licê jî bi hinceta jib o veşartina cenaze destûr negirtiye, der heqê keyayê gund Mehmet Çakir de lêpirsîn da destpêkirin.

Banga îfadeyadayînê li keya Çakir hat kirin. Hat hînbûn wê bîrdariya gorên gerîla, di rojên pêş de bi merasîmekê were vekirin.