Ji ber balafirên keşfê rojnamevan nikarin biçin cihê daxuyaniyê

Ji ber balafirên keşfê rojnamevan nikarin biçin cihê daxuyaniyê

Bi sedan rojnamevanên ku ji bo civîna çapemeniyê ya ku tê payin dê îro li Qendîlê ji aliyê KCK’ê ve bê lidarxistin bibin, ji ber balafirên keşfê nikarin biçin cihê daxuyaniya çapemeniyê. Ji ber gera balafirên keşfê ne diyar e ka dê îro daxuyanî bê dayin an na. Şevê din jî balafirên şer li ser Qendîlê re firiyane.

Ji bo şopandina daxuyaniya çapemeniyê ya dîrokî ya ku dê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê vekişîna gerîlayan de îro li Qendîlê bide, bi sedan rojnamevan berê xwe dan Qendîlê. Lê hat ragihandin ku ji ber balafirên keşfê yên ku ji şevê din ve li ser herêmê re difirin, rojnamevan nikarin biçin cihê daxuyaniyê.

Li gorî agahiyên hatine biderxistin, heta niha nayê zanîn ka dê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber balafirên bê mirov ên keşfê ku ji şevê din ve li ser herêmê digerin, daxuyaniya çapemeniyê taloq bikin an na.

Li aliyeke din hate ragihandin ku şevê din jî balafirên şer ên artêşa Tirk bi awayeke nizm li ser Qendîlê re re firiyane.