Ji Bedlîsê alîkariyên ji bo Rojava û Şengalê didomin
Ji Bedlîsê alîkariyên ji bo Rojava û Şengalê didomin
Ji Bedlîsê alîkariyên ji bo Rojava û Şengalê didomin

Ji Bedlîsê ji bo Şengal û Rojava alîkariyên hatine komkirin tên şandin. Ji bo Şengal û Rojava yên rastî êrîşên çeteyên DAIŞ hatine li Bedlîsê alîkariya hat komkirin şandin. Alikarê Serokê Şaredariya Bedlîsê Orhan Arikbaşli got ku kampanya didome û diyar kir ku divê şert û mercên werza li pêşiya wan jî li berçavan bê girtin. Serokwekîlê Şaredariyê Yaşar Mete got: “Gelê Bedlîsê hestiyariyeke mezin nîşan dan û di çarçoveya derfetên xwe yên kêm de jî destek dane kampanyayê.”
TIR’a duyemîn a ji kelûpelên tenduristî, paqijî û xûrekan a di kampanyaya ji aliyê rêxistinên DBP û HDP’ê û şaredariya Bedlîsê hat destpêkirin kom kirin şandin.
Serokwekîlê Şaredariya Bedlîsê Yaşar Mete yê li cihê Febrîqeya Tekel a weke navenda komkirina alîkariyên aîdî Şaredariya Bedlîsê tê bikaranîn agahî dan rojnamevanan got ku di çarçeveya kampanyaya alîkariya bi gelê Şengal û Rojava yên di bin tehdîta komkujiyê de dane destpêkirin, ji Bedlîsê kamyona duyemîn a alîkariyê bi rê kirin.
Mete got: “Çeteyên DAIŞ ên hêzên emperyalîst û hegemon wan bi kar tînin, ji alîkariya lojîstîk a ji Tirkiyeyê digirin bê ku bêjin zarok, jin li Şengal û Rojava komkujiyan pêk tînin” û diyar kir wê kampanya bidome. Mete got ku kampanyaya bi pêşengiya Şaredariya Bedlîsê li gel desteka rêxistinên siyasî, sendikayan û STK’yiyan dane destpêkirin, gelê Bedlîsê hestiyariyeke mezin nîşan daye. Mete diyar kir gelê Bedlîsê li gel derfetên xwe yên kêm jî piştgirî dane kampanyayê û spasiya wan kir.
Alîkarê Hevşaredariya Bedlîsê Orhan Arikbaşli diyar kir ên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin bila di çarçoveya şert û mercên werzê de alîkarî bikin. Arîkbaşli bal kişand ser werza zivistanê û wiha got: “Alîkariya pêdiviyên xûrek, cil û berg û dermanan ên ji bo werza zivistanê pêwîst, wê ji gelê Şengal û Rojava re hîn bi feydetir be.”
Arîkbaşli got ku pêwîst e betanî, mont, kincên zivistanê, pêlavên zivistanê, derman, ji bo pitikan şîr û xûrek bên şandin.
Arikbaşli got: “Em li Rojava û Şengalê li ber asteke krîtîk in. Li rex berpirsiyartiya me ya însanî û wijdanî, li gor pêwîstiya exlaqê me yê siyasî em ji bo gelên bindest ên ji çi ol, ziman, nijad û xwedî çi dîtin bin piştgirî dikin” û diyar kir weke Şaredariya Bedlîs ji bo ev nêzikatî bê bicih anîn û belav bibe her xebata ji destê wan were wê pêk bînin.
