Ji BDP û MEYA-DER ji bo meşa bi meşale bangawazî

Ji BDP û MEYA-DER ji bo meşa bi meşale bangawazî

Rêxistina Bajêr a BDP û MEYA-DER ji bo meşa bi meşale ya bi mebesta bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê wê were lidarxistin banga tevlîbûnê li gelê Colemêrgê kir.   

Rêxistina Bajêr a BDP û MEYA-DER ji bo meşa bi meşale ya bi mebesta bîranîna berxwedêrên li Zîndana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li hemberî zilma dewleta Tirk dest bi “Rojiya Mirinê ya Mezin” kirin, li avahiya BDP’ê ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê bajêr ê BDP’ê Esmer Tekîn, Serokê MEYA-DER ê Colemêrgê Ramazan Elmas jî tevlî civînê bûn. Tekîn di axaftina xwe de banga jiyandina bîranîn û bilindkirina têkoşîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê “Rojiya Mirinê ya Mezin” kir.

Tekîn destnîşan kir ku sibe êvarî saet  22.00'an bi şîara, "Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê  îlana xweseriya demokratîk silav dikin” meşeke bi meşale li dar bixin û bang li gelê Colemergê kir ku beşdarî meşa ku wê ji ber Şaredariya Colemergê heta Otela Şen berdewam bike bibin.