Ji BDP'ê peyama sersaxiyê

Ji BDP'ê peyama sersaxiyê

BDP'ê, ji ber wefata dayika Hevseroka xwe Gultan Kişanak, Melek Ozer peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Navenda Giştî ya BDP'ê de weha hat gotin: 

"Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku dayika bi rûmet a Hevseroka me birêz Gultan Kişanak, Melek Ozer jiyana xwe ji dest daye. Rehma Xwedê lê be. Di vê roja bi êş û keder de, em êşa Hevseroka xwe birêz Kişanak ji dil ve parve dikin. Ji malbata wê ya dişewat û xizmên wê re sersaxiyê dixwazin."