Ji Asayîşa Rojava bilanço

Ji Asayîşa Rojava bilanço

Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ji roja hêzên wan hatine avakirin û heta niha 30 êrîşên bi mayînan ku 21 ji wan hatine bêbandor kirin, 9 êrîşên bombeyî, 2 êrîşên xwekujiyê pêk hatine. Asayîşê destnîşan kir ku di vê demê de 4 hezar 907 kes hatine girtin û 42 operasyonên heşîşê hatine lidarxistin.

Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê ji roja damezirandinê û heta niha xebatên ku Asayîşê meşandine bi raya giştî re parve kirin. Bi vê munasebetê li navenda Asayîşa Giştî ya li Qamişlo civînek çapemeniyê hate lidarxistin.

Rêveberê Asayîşê Ciwan Îbrahîm di civînê de agahî dan û Îbrahîm diyar kir ku ji roja avakirina hêzên Asayîşê û heta 24’ê Mijdara 2013’an, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyan ve 30 mayîn hatine danîn û ji vana 21 hatine bêbandorkirin. Îbrahîm got ku her wiha 9 êrîşên bi wesayît û motorsikletên bombebarkirî û 2 jî yên xwekujiyê pêk hatine. 

Ciwan Îbrahîm da zanîn ku di van êrîşan de 30 welatiyên sivîl û endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne.

Îbrahîm anî ziman ku di nava vê demê de bi giştî 4 hezar û 907 kes hatine girtin û ji vana 4 hezar û 325 kes hatine berdan.

Di civînê de Îbrahîm operasyonên hêzên Asayîşê yên li dijî zeviyên heşîşê aşkere kirin û got ku 42 operasyon hatine lidarxistin, di van operasyonan de 18 kes hatine girtin, piraniya wan piştî ku soz dane êdî bi vî karî re mijul nabin, serbest hatine berdan.

Îbrahîm destnîşan kir ku bi hêzên Parastina Suryaniyan "Sotoro" re ji bo parastina hemû pêkhateyan dinava hevkariyê de ne.

Îbrahîm bal kişand ku hinek saziyên çapemeniyê hêzên wan hedef digirin û îdia dikin ku li hêzên asayişê ji ber çalakiyên siyasî yên kesên girêdayî hin partiyên siyasî girtine û got ku armanca van aliyên çapemeniyê dûrxistina hêzên Asayîşê ji erka wê re ye.

Civîna çapemeniyê bi bersivdayîna pirsên rojnamevanan bi dawî bû.