Ji Aqilmendan re konserekî 5 zimanî

Ji Aqilmendan re konserekî 5 zimanî

Li Mêrdînê Koroya Ziman û Olên Mêrdînê konserekî 5 zimanî ji heyeta aqilmendan re pêş kêş kir.

Endamên heyeta aqilmendan ku di nav de Yilmaz Ensaroglû û Yilmaz Erdogan jî heyî şeva din li Navenda Çanda Ataturk, Koroya Ziman û Olan konserek da. Konsera koroya ku bi zimanê Tirkî, Kurdî, Erebî, Ermenî û Asurî-Suryanî stand gotin, bi baldarî hate guhdar kirin.

Piştî konserê Yilmaz Erdogan derkete ser dikê û diyarkir ku, ew pir keyfxweşe ku li Mêrdînê ye. Erdogan da zanîn ku, tişta ku Aqilmend jî dixwazin vebêjin cûdahîbûn û mozaîka çandiye. Erdogan got: “Em li Amedê ketin salonekê. Birayek hebû li wir wiha got: ‘Hûn bi xêr hatin mirovên aqil’ Li vir di nava komê de mirovê herî bê aqil ezim. Yên din gelek bi aqilin. Em pir keyfxweşin ku li virin. Em li Mêrdînê ew qas kêm pirsgirêka hatin ku, gera me pir sivik bû. Weke din ez goşt naxwim lê hevalan gelek xwar. Hêjan karik zindî bû” vê gotina Yilmaz Erdogan herkesê di salonê de kenand.

Piştî konserê Serokê Heyetê Yilmaz Ensaroglû daxuyaniyek da çapemeniyê û diyarkir ku, dema stranên ji zimanên cûda hatin gotin, ji keyfa min rondikên xwe zeft nekirin. Ensaroglû destnîşan kir ku, “Dema ku hevalên me ji zimanên cûda guhdarî îlahî, ji zimanên cûda guhdarî stranan kirin, rûyê hemûyan dikeniya, lê min gelek rondikên keyfxweşiyê rijandin. Îşalah dê di demek kurt de rondikên me dê bibin rondikên keyfxweşiyê. Tişta ku em hewil didin bikin jî di bingeh de eve. Bi zimanên cûda, nasnameyên cûda û olên cûda mirovan di nava hizûr û aştiyê de mirovan bînin cem hev. Ez hêvî dikim ku ew hewayê ku me ji Mêrdînê taybet ji vê şevê girt dê pêl bi pêl li tevayî Tirkiyeyê li tevayî gelê me belav bibe.”