Ji 7 heya 70 salî bi deh hezaran kes ji bo gêrîlayan li goristanê bûn

Ji 7 heya 70 salî bi deh hezaran kes ji bo gêrîlayan li goristanê bûn

Ji gundên Nenyas, Kerwas, Mişirf, Zenge Mehlê, Licok, Derxust, Cinezur û Sîsê ên Lîcê, her wiha gundên Hezro û Pasûrê ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes li gundê Sîsê ji bo gêrîlayên HPG’ê herikîn merasima bîranînê. Birayê gêrîlayê  HPG’ê Ferdî Ozgen ê di sala 1998’an de li Sasonê jiyana xwe ji dest da Newzat Ozgen got: “Amed dîroka berxwedanê, hebûnê û bi mezinkirina gelek qehremanan xwe bi cîhanê da ispat kirin.”

14’ê Tîrmeha 1982’an di pêşengitya ji pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz roja mirinê destpê kir û di salvegera 14’ê Tîrmehê de li gundê Sîsê ê Lîceyê di bin pêşengiya MEYADER’ê de vekirina şehîdlikê kirin û bi armanca bîranîna PKK’iyên ku di berxwedana 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dayîn ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes herikîn şehîdlikê.

Gerîlayên HPG’ê di salên borî de ji bo gêrîlayên di bejahiyên li Amed û Çewlikê de jiyana xwe ji dest dayî li bejahiya Lîceyê gorek ya bîrdariyê çêkir. Li goristanê bi armanca bîranîna  gêrîlayên PKK’ê ên di roja mirinê a mezin ya 14’ê Tîrmeha 1982’an li girtîgeha Amedê ya 4 hezar girtiyên PKK’ê diman û ji 38 qawîşan pêk dihat, li dijî hovîtiyê dane destpêkirin merasimek ya bîranînê pêkanîn. Qada ku ji 7 salî heya 70 salî bi deh hezaran kesan hate dagirtin, alên PKK’ê, Konfederalîzm û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi cilên herêmî ên jinan û “şal û şepik”ên herêmî balkêşandin ser xwe.

Herêm bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sê jinên Kurd ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, gêrîlayên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn û Mazlûm Dogan, Zeynep Kinaci (Zîlan) û posterê Medenî Yildirim ê dema li Lîceyê çêkirina qereqolan protesto kir ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin hatin daliqandin. Her wiha pankartên “şehîdên Rêber Apo, Kurdistan bi xwîna me şînbû û dê wisan bimîne” û “ Sonda me bi navê Kurdistan. Em dê bi gav şopa şehîdên xwe de bimeşin” daliqandin.

Gêrîlayekî HPG’ê ê nasnameya wî nehate tesbît kirin, ji aliyê ciwanên ku rûyên wan girtî û cenaze bi ala PKK’ê pêçayî anîn qadê, merasimê destpê kir û bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” avêtin. Piştî ku cenazeyê gêrîlayê HPG’ê bi sirûd û sloganan defin kirin, ji bo kesên di tekoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe jidest dane deqîqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYADER’ê Halîl Oruç axaftinek kir û balkişande ser dîroka avabûna PKK’ê ku 27’ê Mijdara 1978’an ji aliyê Abdullah Ocalan ve li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ên bi sedan sala li ser gelê Kurd hate meşandin.

Oruç destnîşan kir ku, di pêşengtiya ji pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an bi rojiya mirinê berxwedana 14’ê Tîrmehê destpêkir, di 31’mîn salvegera PKK’yiyên jiyana xwe ji dest dane, li hemberî tekoşîna wan bejna xwe di tewîne. Oruç her wiha hovîtiya li zindana Amedê jî bibîrxist û got: “14’ê Tîrmehê ji bo tekoşîna netewa Kurd xalekî werçerxanê ye. Rihê berxwedana mezin ya ku bi şahadeta çar hevalan ya 14’ê Tîrmehê bi encam bû, bûye mîrasek yê gelê Kurd.” Oruç da zanîn ku, tekoşîna azadiya Kurdistnaê li her çar perçeyên Kurdistanê û tevayî cîhanê belavbûye û 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li paytextê Fransa Parîsê jî hatin qetlkirin, tevlî karwanê şehîdên vê doza birûmet bûne. Oruç, Medenî Yildirimê ku 28’ê Hezîranê dema li gundê Hêzana Lîceyê çêkirina qereqolan protesto dikir û ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin jî bi bîr anî û got: “Pêwîste em çalakî û ahengên xwe ên demokratîk bi ruhê berxwedana şehîdan bigehînin lotkê.”

Birayê gêrîlayê HPG’ê Ferdî Ozgen yê di 11’ê Adara 1998’an de li Sasonê jiyana  xwe ji dest da, Newzat Ozgen li ser navê malbatê axivî û got: “Amed dîroka berxwedanê, hebûnê û bi mezinkirina gelek qehremanan xwe bi cîhanê da ispat kirin. 14’ê Tîrmehê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê daye nivîsîn.” Ozgen banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza Amedê a dîrokî de, biryara KCK’ê û vekişîna gêrîlayên HPG’ê ber bi Başûrê Kurdistanê ve silav kir.