Ji 13 xwendekaran re 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Ji 13 xwendekaran re 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê

Rûniştina biryara doza jê 8 girtî ya 13 xwendekarên di bin operasyona bi navê "KCK'ê" ya Sêwasê hate dîtin. Di rûniştinê de bi giştî ji 13 xwendekaran re 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Li Sêwasê di 27'ê adara 2012'an de di operasyona bi navê "KCK'ê" de 13 xwendekarên Zanîngeha Cumhuriyetê hatibûn binçvakirin. Rûniştina biryara doza jê 8 girtî 5 bêyî girtî tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hate dîtin. Di rûniştinê de ligel 8 xwendekarên girtî 5 xwendekarên bêyî girtî tên darizandin û parêzerên wan amadebûn. Xwendekaran bi kurdî parastin kir. Piştî parastinan heyeta dadgehê ji xwendekarên bi navê Aynur Gok, Şenol Yoldaş, Îsmaîl Taş, Hakan Algun, Îbrahîm Halîl Vural, Mehmet Saruhan, Cahît Baştaş û Îbrahîm Halîl Dengî yên girtî re bi îdîayên "propagandeya rêxistinê kir" û "Endamê rêxistinê ye" ji her yekî re 9 sal cezayê girtîgehê da.

Heyeta dadgehê ji xwendekarên serbest tên darizandin ên bi navê Muhîttîn Duman, Metîn Çakir, Sîbel Aslantaş, Zahît Kargin û Kamuran Îbek re jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" ji her yekî re 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da.

Heyeta dadgehê ji Evliya Baskin ê ku di heman dozê de weke îtîrafkar tê darizandin re jî bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.