Jelpke, ji hukûmetê hevdîtina li Enqerê li ser PKK'ê pirsî
Jelpke, ji hukûmetê hevdîtina li Enqerê li ser PKK'ê pirsî
Jelpke, ji hukûmetê hevdîtina li Enqerê li ser PKK'ê pirsî
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, gotinên ku dibêjin heyetek li ser qedexeya 20 salan a PKK'ê li Enqerê bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiriye, xist rojeva Parlamenta Federal û ji hukûmetê xwest, li ser mijarê daxuyaniyekê bide. Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di bersiveke xwe ya ji bo pêşniyarpirseke din a Jelpke de gotibû "Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê, di rewşa niha de bandorê li xebatên PKK'ê yên li Almanyayê nake."
Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê, vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê re, qedexeya PKK'ê ya li Almanyayê jinûve ket rojeva welêt. Herî dawî kovara heftane Focûs ragihandibû ku yekîneyek ji hukûmetê ji bo rakirina qedexeyê, dest bi lêkolînan kiriye.
Kovarê ragihand, ku ekîbek bi serokatiya rayedarê payebilind ê Wezareta Karên Hundur a Elmanyayê Hans-Georg Engelke, bi armanca danûstandina li ser qedexeya PKK'ê çûye Enqerê. Kovar nûçeya xwe dispêre çavkaniyên hukûmetê û radigihîne ku di nava vê ekîbê de rayedarên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û Daîreya Sûç a Federal jî cih digirin. Hat destnîşan kirin ku berî di qedexeya PKK'ê de guhertinan bike, hukûmetê xwestiye nêrîna Enqerê bigire.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ev mijar xist rojeva Parlamentê û ji hukûmeta Merkel xwest, ku detayên vê mijarê eşkere bike.
HUKÛMETA FEDERAL: EM PÊVAJOYÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN
Di meha Gulanê de jî Jelpke ji hukûmetê pirsî bû ku li gel destpêkirina pêvajoya çareseriyê re hînê dirûşma "Bijî Serok Apo" li Almanyayê qedexe ye û Wezareta Karên Hundur jî di 22'ê Gulanê de ev bersiv dabû pêşniyarpirsê:
"Hukûmeta Federal, hevdîtinên navbera rayedarên hukûmeta Tirk û nûnerên PKK'ê bi baldarî û ji nêz ve dişopîne. Hevdîtin û danûstandinên niha têne meşandin, bi dîtina me ne gihaştiye wê astê ku bandorê li xebatên organîzasyoneke li Almanyayê qedexe ye û di lîsteya "rêxistinên terorîst" a Ewrûpayê de cih digire, bike. Lewma em PKK'ê mîna berê dinirxînin."