Fransa ku li Rojhilata Navîn bi desteka xwe ya ji polîtîkayên Qatar-Siûdî re balê dikşîne ser xwe, 'berhem'ên polîtîkayên xwe yên salên dawî berhev dike û piştî DYA hewl dide bibe mezintirîn welatê çekan difiroşe. Rêveberiya Qatarê wê ji Fransayê 24 balafirên şer ên bi tîpa Rafale bikire.
Di daxuyaniya Qesra Serokkomariyê (Elysee) de hat ragihandin ku di encama muzakereyên bi rêveberiya Qatarê re hat kirin de, li ser mijara balafirên şer li hev hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Emîrê Qatarê Şêx Tamîm bîn Hamîd el Tanî bi xwe sparîşa 24 balafirên şer ên Rafale li Serokkomar Françoîs Hollande kiriye û hat ragihandin ku peymana fermî wê di 4'ê Gulanê de were îmzekirin.
Di çarçoveya peymana firotinê de wê 36 pîlotên Qatarî jî ji aliyê Fransayê ve werin perwerdekirin. Tevahiya buhayê firotinê wê 6,3 mîlyar Euro be.
Dema destpêkê ya radestkirina 24 balafiran weke sala 2018'an tê plankirin. Ji ber firotinên 3 mehên dawî, fîrmaya hilberîne ji bo karibe bi sparîşan re bigihîne divê artêşa Fransayê sparîşên xwe taloq bike. Hêzên hewayî yên Fransayê, ji balafirên Rafale yên i Merîgnacê tên çêkirin, mehane yekê sparîş dike.
Lê belê ji ber firotina mehên dawî, tê payîn ku fîrmaya hilberîner zehmetiyan bikşîne. Herî dawî di meha Sibatê de bi Misirê re li ser firotina 24, bi Hîndîstanê re jî di meha bihurî de li ser firotina 36 balafirên şer ên Rafale li hev hatibû kirin.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean Yves le Drîan dabû xuyakirin ku ew dixwazind i sala 2015'an de bi giştî bi 15 mîlyar Euroyî malzemeyên leşkerî bifiroş in û piştî DYA bibin welatê duyemîn ê herî zêde çekan difiroşe. Tê gotin ku di nava 4 mehên destpêkê yên îsal de Fransayê bi 12 mîlyar Euroyî çek firotiye.