Îstîxbarata Elman li ser navê NSA Fransayî şopand

Skandalên li ser guhdarîkirin û şopandina navneteweyî ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya Amerîka NSA bi rêya îstîxbarata Elman, mezin dibin.

Skandalên li ser guhdarîkirin û şopandina navneteweyî ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya Amerîka NSA bi rêya îstîxbarata Elman, mezin dibin. Bi desteka îstîxbarata Elman, di serî de Fransayî gelek dîplomatên Ewropî û wezîfedarên dewletê, hatin şopandin.

Li gorî nûçeya di rojnameya Suddeutsche Zeitungê de hat weşandin, îstîxbarata Elman gelek wezîfedar û dîplomatên Ewropî bi taybetî jî Fransayî, ji bo îstîxbarta Amerîkî îspiyon kiriye. Derket holê ku servîsta îstîxbaratê ya Elman BND, xebatên xwe yên guhdarîkirinê yên bi rêya stasyona li Bad Aîblîngê kirî, ji Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) re ragihandiye.

Li gorî nûçeya rojnameyê, di hedefa guhdarîkirinên îstîxbarata Elman ên ji bo NSA de, karmendên dewletê yên payebilind ên Wezareta Karên Derve ya Fransayê û Qesra Serokkomariyê (Elysee) hebûn. Li dîplomatên Komîsyona Ewropayê jî hat guhdarîkirin.

Rojname vê nûçeya xwe dispêre 'çavkaniyên ewle' yên di nava BND de.

Herî dawî roja Duşemê derketibû holê ku îstîxbarata Elman ji bo NSA li şîrketên Ewropayî guhdarî kiriye.