'Îstixbarata Elman cihê Bîn Ladîn dîtibû'
Rêxistina îstîxbaratê ya Elman (BND) a ku bi desteka xwe ya ji bo NSA re di mehên dawî de veguheriye navenda nîqaşan, rola wê ya di operasyonên leşkerî de aşkera dibe.
Rêxistina îstîxbaratê ya Elman (BND) a ku bi desteka xwe ya ji bo NSA re di mehên dawî de veguheriye navenda nîqaşan, rola wê ya di operasyonên leşkerî de aşkera dibe.
Rêxistina îstîxbaratê ya Elman (BND) a ku bi desteka xwe ya ji bo NSA re di mehên dawî de veguheriye navenda nîqaşan, rola wê ya di operasyonên leşkerî de aşkera dibe. Tê gotin ku BND'ê di kuştina lîderê El Qaîdeyê Ûsama Bîn Ladîn de destekeke cidî daye.
Li gorî îdîaya di rojnameya Bild am Sonntag'ê de cih girt, di pêvajoya ber bi kuştina Ûsama Bîn Ladîn de rêxistina îstîxbarata Elman BND xwedî roleke girîng e. Di nûçeya rojnameyê de hat ragihandin ku agahiya li ser cihê Bîn Ladîn ê li Pakîstanê ku di 2'ê Gulana 2011'an de hat kuştin, ji aliyê BND ve ji rêxistina îstîxbaratê ya Amerîka CIA re hatiye ragihandin.
Li gorî îdîaya Bild am Sonntag, ajanekî îstîxbarta Pakîstanê ISI jî ji BND re dixebitî. Vî ajanî ji BND'ê re ragihand ku Ûsama Bîn Ladîn bi agahiya yekîneyên ewlekariyê yên Pakîstanê re xwe vedişêre. BND'ê jî ev agahî ji CIA re ragihand.
Di nûçeyê de hat gotin ku piştî BND'ê ev agahiya li ser Bîn Ladîn ji CIA re ragihand, gumanên Amerîkiyan ên li ser cihê Ladîn xwe lê vedişêre, zelal bûye.
Li gorî îdîayê, desteka îstîxbarata Elman a ji bo CIA piştre jî dewam kiriye. Ji bo fêm bike operasyona leşkerî ya Gulana 2011'an veşartî maye yan na, îstîxbarta Elman li stasyona guhdarîkirinê ya li Bad Aîblîngê, telefon û mailên li Bakurê Pakîstanê dişopand.
Gelek rastiyên têkiliyên îstîxbaratên Elman û Amerîkî yên nedihatin zanîn di mehên dawî de derketibûn holê û vê yekê rê li ber nîqaşên tund ên li ser polîtîka hundirîn vekiribû. Derketibû holê ku BND'ê di gelek çalakiyên guhdarîkirin û şopandinê de yekser destek dabû Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîk (NSA).
Operasyonên leşkerî yên BND ên ji bo Amerîkiyan an jî desteka di operasyona tinekirina Bîn Ladîn de baş nedihat zanîn.