Îsraîl: Iron Dome li deryayê jî hat ceribandin

Hat ragihandin, sîstema parastinê ya fuzeyê Iron Dome, ku heta roja îro bi tenê li bejahî hat ceribandin, li keştiyên tev digerin jî bi awayekî serketî hatiye ceribandin.

Fermandarê Yekîneya Pêşvebirina Sîstemên Şer a ser bi Hêzên Deryayî yên Îsraîlê Arîel Shîr da xuyakirin, ku sîstema parastinê ya fuzeyê Iron Dome ku piştî ceribandina li bejahiyê, li deryayê jî bi awayekî serketî hatiye ceribandin.

Shîr diyar kir, fuze ji keştiyeke li deryayê di rê de bû hatiye avêtin û fuzeya ji erdê ve hatiye avêtin bêbandor kiriye.

Arîel Shîr da zanîn, ku bi saya vê yekê we karê parastina çavkaniyên gazê yên li Derya Spî û parastina keştiyan bi hêsantir bibe. Tê gotin, ku mebesta Shîr parastina li hemberî roketên ji Şerîda Gazeyê tên avêtin e.

Lê belê çavkaniyên gazê yên Îsraîlê yên li Derya Spî, bi qasî ku fuze yan jî roketên ji Şerîda Gazeyê bên avêtin negihêjê, dûr in.

Sîstema parastinê ya fuzeyê Iron Dome heta niha bi giranî li hemberî roketên ji Şerîda Gazeyê dihatin avêtin, dihat bikaranîn. Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku ji sedî 90 ê roketên ji Gazeyê hatine avêtin, bi saya vê sîstemê hatine bêbandorkirin.

Hat ragihandin, ev ceribandina sîstema parastinê ya fuzeyê li keştiyê, beriya du hefteyan hatiye kirin.