Îşkencekarê çeteya Gûraba el Şam li Elmanyayê hat girtin
Li eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê, di serdegirtina yekîneyên operasyona taybet a bi navê SEK de, hat hînbûn ku kesekî ji çeteya bi navê Gûraba el Şam hatiye binçavkirin.
Li eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê, di serdegirtina yekîneyên operasyona taybet a bi navê SEK de, hat hînbûn ku kesekî ji çeteya bi navê Gûraba el Şam hatiye binçavkirin.
Li eyaleta Nordrheîn-Westfalen a Elmanyayê, di serdegirtina yekîneyên operasyona taybet a bi navê SEK de, hat hînbûn ku kesekî ji çeteya bi navê Gûraba el Şam hatiye binçavkirin. Tê gotin, ev endamê çete ji gelek bûyerên kuştin, talan û îşkenceyê yên li Heleb û derdora wê berpirsyar e.
Li gorî agahiyên ji rayedarên lêpirsînê dimeşînin hatin wergirtin, vî kesî di payîza 2012'an de li mirovên divê li gorî hiqûq navneteweyî bihatina parastin, bi rengekî 'hovane û derveyî însanî' nêzîk bûye.
Tê gotin, ev kesê hatie girtin, ji yekîneyeke milîsan a ji 150 kesî ya ser bi Gûraba el Şam re serkêşî kiriye û li cihên yekîneyên Esad xwe jê vekişandine, talan kiriye û tiştên talan kiriye jî firotiye. Dîsa li gorî agahiyan, endamên vê çeteyê, hin sivîlên li hemberî talanê derketine girtine û îşkence li wan kirine.
Yekîneyên mîlîs ên çeteyên Gûraba el Şam, ku wextekê yek ji komên çete yên li hemberî gelê Kurd şer dikir bû, sivîlên dîl digirt bi berdêla pereyan berdida.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Daîreya Krîmînal a Federal a Elman (BKA), çeteyên bi penaberan re xwe gihandine Elmanyayê, par bi qasî 2 hezar sûcên cezayî kirine. Ev agahî, li gorî îfadeyên penaberan ên di dema serlêdanê de bilêv kirin, hatine berhevkirin.