Îro Jinên Rojava li dijî tundiyên li ser jinan liser lingan bûn

Îro Jinên Rojava li dijî tundiyên li ser jinan liser lingan bûn

Rêxistin û tevgerên jinan yên Rojavayê Kurdistnê bi munasebeta roja li dijî tundiya li ser jinan li Qamişlo, Dêrikê, Hesekê, Heleb û Tirbespiyê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de jinên ji hemû pêkhateyên Rojava hatin cem hev û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo bi dehan edamên Yekîtiya Star, Rêxistina Yekîtiya Lîbralî ya Kurdistanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Rêxistina li dijî tundiya li ser Jinan Sara, Meclîsa Taxa Kornîş û Dayîkên Aşîtiyê li ber avahiya Navenda Zanistî û Perwerdeya Jinan hatin cem hev. Jinên ku wêneyên tekoşerên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hilgirtibûn, pankartên bi nivîsên "Desthiladariya mêr tê wateya tundiyê, destdirêjî û şer" vekiribûn. Li vir jinan daxuyanî xwendin. Beriya ku jin dest bi xwendina daxuyaniyê bikin li stranan guhdar kirin û govend gerandin. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî jinan hate şermezar kirin.

HELEB

Bi heman armancê li Helebê jî bi dehan endamên Yekîtiya Star li ber navenda  Zanistî û Perwerdeya Jinan a taxa Şêxmeqsûd hatin cem hev. Jinên ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk dihatin bi rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin. Piştre endama Yekîtiya Star Gulan Kawa axivî û tundiya li dijî jinan şermezar kir. Gulan Kawa destnîşan kir ku, jinên Rojava xwe bi rêxistin kirine û bi hemû hêza xwe li dijî hemû cûreyên tundiyê liberxwe dane. Gulan Kawa bang li hemû jinan kir ku êdî dem hatiye ku jin xwe ji qeydên desthiladariya mêr rizgar bikin.

Piştî axaftinê jinan dawî li çalakiya xwe anîn.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê li Tirbespiyê jî endamên Komeleya Jinan a Suryaniyan û Yekîtiya Star li navenda  Partiya Yekîtiya Suryaniyan a bajêr hatin cem hev û civîn lidar xistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û piştre endama komîteya dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Sûryanî Şamîran Denho axivî û cûreyên tundiya li dijî jinan anî ziman. Piştre  endama Komîteya Têkiliyan a Yekîtiya Star Nîlî Elî axivî û da destnîşan kir ku jinan li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe rizgar kiriye.

Salona civînê bi wêneyên tekoşerên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Ronahî û Fîdan, alên Yekîtiya Star û Yekîtiya Suryaniyan hatibû xemilandin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Desthildariya mêr tê wateya tundî, destdirêjî û şer, em bi hevre li dijî desthiladariya mêr têbikoşin." Hatibûn daliqandin.

DÊRIK

Bi heman armancê li herêma Koçerat a Dêrikê jî Yekîtiya Star meşa jinan organîzekiribû. Bi sedan jinên ji herêma Koçerat û gundên derdorê tevlî meşê bûn. Jinan di saetên sibê de ji ber noqteya  Asayîşê ya  gundê Xana Serê dest bi meşa xwe kirin. Jinên ku Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Yekîtiya Star û wêneyên tekoşerên jin vekiribûn, bê navber diruşme berz dikin heta riya giştî ya Qamişlo Dêrik meşiyan. Li vir li peyamên bi dengê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên derbarê jinan de hate guhdarkirin û piştre endama Yekîtiya Star Meyasa Mehmûd daxuyaniya Yekîtiya Star ya li dijî tundiya li ser jinan xwend. Piştî xwendina daxuyaniyê jinan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

HESEKÊ

Bi heman armancê li bajarê Hesekê jî Yekîtiya Star û Yekîtiya Jinan a Suryaniyan li navenda Çand û Hunerê ya bajêr semînerek hate lidarxistin. Semîner bi tevlîbûna sedan jin bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Komîteya Dîplomasî ya Yekîtiya Star Ranya Ferman  daxuyaniya Yekîtiya Star a li ser roja li dijî tundiya ser jinan xwend. Her wiha berpirsa Yekîtiya Suryaniyan Sham Qiryo daxuyaniyek li ser rola jinan a di şoreşê de xwend. Sîham Qiryo tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Di semînerê de li ser navê Partiya Çep a Demokratîka Kurd li Sûriyê Suha Şêxo axivî û bal kişand ser rola jinan a di azadiya herêmê de. Piştî axaftinan jinan dawî li çalakiya xwe anîn.