Îranê dîsa du Kurd qetil kir

Îranê dîsa du Kurd qetil kir

Li gorî hat ragihandin leşkerên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê nêzî Kirmanşah gulle berdane ser komeke ku tê îddîakirin qeçaxçî ne. Di encama wê gulebarandinê de 2 Kurd hatine qetilkirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin duh ber danê sibê leşkerên ku li ber gundê Salasa Bawcan ê ser sînor bi cih bûne gulle berdane ser Kurdên bazirganiya ser sînor dikin. Di encama wê de Kurdek tê qetilkirin. 

Leşkerên Îranê vê carê jî gundiyên ku tên cihê bûyerê gulebaran dikin û li wir jî gundiyek tê qeilkirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin leşkerên Îranê di nav du hefteyên dawî de li heman herêmê 7 Kurd qetil kirine.

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurd di sala 2012’an de jî leşkerên Îranê li ser sînor nêzî 37 Kurd qetil kirine.