Îran kengê dixwaze ciwanên Kurd qetil dike
Îran kengê dixwaze ciwanên Kurd qetil dike
Îran kengê dixwaze ciwanên Kurd qetil dike
Agirîn Pêşeng ji rewşa birayê xwe bandor dibe û tevlî nav refên gerîla dibe. Pêşeng, zexta dewleta Îranê ya li ser ciwanên Kurd bi lêv kir û wiha domand; “Dewlet di bin navê bazirganiya sînor û siyasetê de kengî dixwaze ciwanên Kurd qetil dike.”
Gerîlayê Kurd Agirîn Pêşeng ê bi navê “Behmen Bayezîdî” di sala 1990’î li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber rewşên aborî ya malbata xwe tenê pênc salan xwendiye. Malbata wan welatparêz e û piştî serhildana gelê Rojhilat a sala 1999’an ji ber dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinase. Her çi qasî tênegihiştiye bê çima gel rabûye serhildanê jî bi birayê xwe re tevlî serhildanê dibe. Di wê serhildanê de birayê wî ji aliyê dewleta Îranê ve tê girtin.
Heta şeş mehan tu agahiyan ji birayê xwe nagire û carekê dibîne ku birayê wî serbest hatiye berdan, lê belê nizane ku birayê wî mejiyê xwe wenda kiriye. Agirîn bandora vê bûyerê ya li ser wiha tîne ziman “Min gelekî ji birayê xwe hez dikir, wexta ku hate girtin, hêviyên me neman ku careke din sax vegere malê. Lê belê ji ber birayê min mejiyê xwe wenda kiribû, serbest hatibû berdan. Birayê min ji ber êşkenca û zexta zêde ya dewleta Îranê mejiyê xwe wenda kiribû.”
‘ROJ BI ROJ CIWANÊN KURD DIHATIN QETILKIRIN’
Pêşeng, zexta dewleta Îranê ya li ser ciwanên Kurd bi lêv kir û wiha domand “Dewlet di bin navê bazirganiya sînor û siyasetê de kengî dixwaze ciwanên Kurd qetil dike. Jixwe dînbûna birayê min ji destê dewleta Îranê kîneke mezin di dilê min de kom kiribû. Her bûyereke ku diqewimî ew kîn mezintir dikir. Ez têgihiştibûm ku mirov nikare di pergaleke wisa de azad bijî. Min ev jî fêm kir ku bi tevlîbûna nav refên gerîla ez ê ne tenê tola birayê xwe rakim, ez ê tola hemû mirovên Kurd ên li Îranê têne bidarvekirin, rakim.”
Gerilayê Kurd Agirîn Pêşeng biryara xwe dide û di sala 2012’an tevlî nav refên gerîla dibe. Ji hatina xwe ya çiyayan gelekî raziye û bang li hemû keç û xortên Kurd dike ku berê xwe bidin çiyayan û têbikoşin.