Însiyatîfa Gel: Bûyera E.A sedema serhildanê ye
Însiyatîfa Gel: Bûyera E.A sedema serhildanê ye
Însiyatîfa Gel: Bûyera E.A sedema serhildanê ye
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der heqê bûyera destavêtina 8 leşkeran a li keça bi navê E.A ya li Çewlikê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku, bûyera E.A sedema serhildanê ye. Însiyatîfê ji gel xwest, nerazîbûna xwe nîşan bide.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der heqê bûyera destavêtina 8 leşkeran a li keça bi navê E.A ya li Çewlikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, li gel hemû fedekariyên aliyê Kurd ên ji bo rêveçûna pêvajoya rizgariya demokratîk û jiyana azad, bal kişand ser firîna balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, zêdekirina hejmara cerdevanan û dewamkirina dîlgirtina siyasetmedarên Kurd.
Însiyatîfa Gel da xuyakirin ku, pêkanînên mîna salên 90'î careke din xwe didin der û li hemberî bûyera E.A ya li Çewlikê nerazîbûn nîşan da. Însiyatîfê got, "Ev destavêtin, destavêtina li mirovahiya xwedî wicdan e. Destavêtinek li tevahiya civakê ye. Kes nikare vê qebûl bike. Yê ji xwe re dibêje ez welatparêzim, demokrat im, oldar im bi kurtasî ji xwe re dibêje ez xwedî wicdanim, divê ji vê hesab bipirsin."
Însiyatîfê destnîşan kir ku, bûyera mijara gotinê sedema serhildanê ye û got, "Ya jiyane bi rûmet yan hîç. Bêdegniya li hemberî vê, bêrûmetî ye, hevparetiya destavêtiyê ye."
Însiyatîfê bang li herkesî kir ku li dijî vê hovîtiyê dakevin qadan.