Însiyatîfa Gel banga "Gezî" li gelê Kurdistanê kir
Însiyatîfa Gel banga "Gezî" li gelê Kurdistanê kir
Însiyatîfa Gel banga "Gezî" li gelê Kurdistanê kir
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, berxwedana gel a Parqa Gezî bi "coşa şoreşgerî" silav kir û bang li gelê Kurd kir ku "hîn bi çalak tevlî pêvajoya serhildana demokratîk bibe."
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana gel a demokratîk a li Parqa Gezî destpê kir û li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav bû, "bi coşa şoreşgerî" silav kir.
Di daxuyaniyê de çalakiya Parqa Gezî weha hat nirxandin: "Herçend destpêka vê berxwedana gel a azad û demokratkirinê parastina xwezayê bû, mezinbûn û belavbûna çalakiyê, refleksa demokratîk a gelan li dijî feraseta dewletperestiyê ye. Ev berxwedan, encama pêşketina kevneşopiya Modernîteya Demokratîk e. Bi taybetî, rola Mahîran, Mazlûman, Denîzan, Kemalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd, di vê encamê de diyarker e."
Însiyatîfa Gel da xuyakirin, ku mexdûrê zilma dewletê, gelê Kurd ji roja destpêkê ve pêşengiya berxwedanê dike û got, "Lê belê provokatorên Ergenekonperest û netewperest, ku ti eleqeya wan bi bexwedanê nîne û xwediyê dewletê, hewl dan gelê Kurd ê pêşeniya kevneşopiya berxwedana demokratîk dike, lînç bikin."
"TÊKOŞÎNA ME WÊ BI XURTÎ DEWAM DIKE"
Di daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: "Em weke gelê Kurd, bi salane têkoşîna azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyê didin meşandin. Û weke gelê Kurdistanê, wê têkoşîna me ya ji bo vê armancê, bi xurtî dewam bike. Weke gelê Kurd ku ji destpêkê ve em di berxwedana Parqa Gezî de hebûn, ji niha û pê ve jî emê nasname û rengê xwe tevlî berxwedanê bikin û ji berxwedanê re pêşengiyê bikin.
Weke Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li hemû gelê Kurd dikin ku hîn bêtir bi çalak beşdarî pêvajoya serhildana demokratîk bibin."