ÎMO: Bila taliya Licê nebe mîna ya Roboskî
ÎMO: Bila taliya Licê nebe mîna ya Roboskî
ÎMO: Bila taliya Licê nebe mîna ya Roboskî
Odeya Muhendîsên Avahiyê (ÎMO) şaxê Amedê der heqê bûyera li Licê ya di encama gulereşandina leşkerên Tirk de ciwanekî Kurd jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn de daxuyaniyek weşand û êrîş bi tundî şermezar kir. ÎMO'yê xwest darizandina berpirsyarên vê bûyerê nebe mîna komkujiya li Roboskî.
Di daxuyaniya ÎMO ya der heqê mijarê de weha hat gotin:
"Herçend îdîa dikin ku xwepêşandêran "Molotof" avêtine û "gule li qereqolê reşandine" jî, di demeke kin de derketiye holê ku ev îdîa ne rast e. Li gorî şahidên bûyerê welatiyên xwepêşandeneke aştiye û demokatîk a protestoyî lidar dixistin, daxuyanî dane çapemeniyê û dûre çalakiya rûniştinê pêk anîne. Lê belê leşker hatine cihê bûyerê, di navbera şêniyên gund û leşkeran de hevdîtin hatiye kirin û dûre leşkeran bêyî hişyariyê bidin gel, 2 caran gule berdane hewayê, piştre jî yekser gule li ser gel reşandine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dijwariyeke mîna ya Parka Geziyê ya polîsan li Licê rû daye û got, "Îdîa çi dibe bila bibe, tu sedem mafdar nîne ku leşker gule bireşînin ser welatiyên sivîl. Di çalakiyên Parka Gezî de jî hat dîtin ku bi dijwarî û hewldanên kêfî, daxwazên demokratîk nayê tepisandin û ev bersivdayîn ne li gorî ti pîvanên mirovane û demokratîk e. Weke ÎMO, em naxwazin bûyera li Licê jî mîna lêpirsîna komkujiya Roboskiyê bi demê re belavkirin û bê encam were hiştin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke Odeya Muhendîsên Avahiyê ewê şopdarên vê pêvajoya huqûqî bin.