IMF: Dibe ku YE neçar bimîne deynên Yewnanîstanê jê bibe
IMF der barê biryara ji bo sivikkirina deynên Yewnanîstanê de daxuyaniyek weşand û got, "Yewnanîstan, bi sivikkirina deynan re dikare bikeve rewşeke lê were jiyîn."

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) li ser biryara ji bo sivikkirina deynên Yewnanîstanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji bo pêşveçûna herema Euro dibe ku Yekîtiya Ewropa (YE) neçar bimîne beşek ji deynên Yewnanîstanê jê bibe.
IMF di rapora xwe ya roja Şemiyê radestî rayedarên Yekîtiya Ewropayê kir de got, "Yewnanîstan, bi sivikkirina deynan re dikare bikeve rewşeke lê were jiyîn." Rapor beriya biryara li ser dayîna alîkariya 82 û 86 mîlyar Euro a bi hin reformên aboriyê re, hat weşandin.