ÎHD wê li ser sînor lêkolînan bike

ÎHD wê li ser sînor lêkolînan bike

Bi zêdebûna tevgera leşkerî û çêkirina qereqolan a li ser sînor, şandeyek ji ÎHD'ê wê li ser sînor lêkolînan bike. ÎHD wê di çarçoveya lêkolînên xwe de biçe serdana malbatên Roboksî û encamên lêkolînên xwe bi raporekê ji raya giştî re eşkere bike.

Tevî xebatên Komîsyona Şopandinê ya ji 25 kesan, navenda ÎHD'ê komîsyonek nû ava kir û wê 2 rojan liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor a Şirnex û Colemêrgê, bişopîne. Şande ji Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Prz. Serdar Çelekî, Nûnerê Herêmê Akdemîr, Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, serok û rêveberên ÎHD'ê yên Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Colemêrgê pêk tê û wê di 24'ê Hezîranê ji Şirnexê dest bi lêkolînên xwe bike.

LI ROBOSKÎ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Şandeya ÎHD'ê wê bi malbatên 34 welatiyên li gundê Roboskî yê Qilabanê jiyana xwe ji dest dan re, were cem hev û bi armanca şermezarkirina cezayê li malbatan bi hinceta sînor derbas kirine hatiye birrîn, wê bi malbatan re daxuyaniya çapemeniyê were dayîn. Şandeya ÎHD'ê wê dûre li herêma sînor a Şirnexê dest bi lêkolînan bike û dûre derbasî Colemêrgê bibe. Hat ragihandin, ku ÎHD wê di çarçoveya lêkolînên xwe de qereqolên nû yên tên çêkirin lêkolîn bike, li herêmên lê tevgera leşkerî hene bigere û li hin gundan bi cerdevanan re hevdîtinê bike. Heyet wê encamên lêkolînên xwe veguherîne raporekê û bi raya giştî re parve bike.

BÎLÎCÎ: TEVGERA LEŞKERÎ DEWAM DIKE

Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî der heqê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku, ji ber liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor ev demeke dirêje gazin ji wan re tên kirin û li ser vê yekê wan xwestine pirsgirêkên li herêmê lêkolîn bikin. Bîlîcî bibîr xist, ku bi destpêkirina pêvajoya vekişînê re wan komîsyona şopandinê avakirin û herêmê kar kirine û destnîşan kir ku, wan çend roj berê jî bi komîsyona şopandinê re rewş nirxandine. Bîlîcî ragihand ku di encama nirxandinên wan de derketiye holê ku, tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike û gavên divê di dema vekişînê de ji aliyê dewletê ve bên avêtin, gelekî qels û lawaz in. Bîlîcî anî ziman ku wan xwestine van pirsgirêkan li cih bibîne û bikin rapor.