ÎHD: Li sînorê Rojava leşkeran dest bi nêçira mirovan kirin
ÎHD: Li sînorê Rojava leşkeran dest bi nêçira mirovan kirin
ÎHD: Li sînorê Rojava leşkeran dest bi nêçira mirovan kirin
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku di nava meha dawî de 4 sivîlên hewl dan sînorê Rojava derbas bikin û xwe li Tirkiyê bigirin hatine qetilkirin. ÎHD'ê ragihand ku 3 sivîlên duh hewl dan sînor derbas bikin hatin qetilkirin û destnîşan kir ku leşkeran li ser sînoran dest bi "nêçira mirovan" kirine.
ÎHD'ê da xuyakirin ku êdî li ser sînor mirovên sivîl bi awayekî kêfî tên qetilkirin û got, "Bi awayekî qaçax derbasbûna ji sînor, ji bo kuştinê ne sedem e. Li ser sînor leşkeran dest bi nêçira mirovan kirine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jiholêrakirina mafê jiyanê ya penaberan, gunekî li dijî mirovahiyê ye û hat gotin, "Li welatekî ku wezîfedarên dewletê yên di sûcên li dijî mirovên sivîl de tê parastin û polîtîkaya bêceza tê meşandin, dê lêpirsîna qetilkirina van hersê mirovan jî li naverastê bimîne.
Em weke ÎHD dibêjin ku mafê jiyanê mafekî pîroz e. Parastina mafê jiyanê yê penaberan berpirsyariyeke navneteweyî ye. Em ji Walîtiya Mêrdînê ya li pêşberî hemû bûyerên qetilkirina sivîlan heta niha bêdeng e re dibêjin; bi bêdengiyê re hûn jî dibin hevkarên vî gunehî. Tavilê erkên di destê xwe de bikar bînin û dawî li van komkujiyên li ser sînor bînin. Bi lez der heqê vê bûyerê de daxuyaniyekê bidin û ji raya giştî lêborînê bixwazin."