ÎHD'ê xwest heyeta mafên mirovan biçe Îmraliyê

ÎHD'ê xwest heyeta mafên mirovan biçe Îmraliyê

Komeleya Mafên Mirovan, ji bo heyetek ji doktorên serbixwe biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muayene bike û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bê rakirin, serî li Wezareta Edaletê da. ÎHD'ê xwest, heyetek mafên mirovan a di nav de rayedarên ÎHD'ê jî hene biçe Îmraliyê û nûnerên Heyeta Aqilmendan û Komîsyona Çareseriyê ya li Meclîsê jî biçin giravê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re û daxwaza çûyîna heyeteke ji doktorên serbixwe yên pispor, serî li Wezareta Edaletê da. 

Di serlêdanê de hat ragihandin ku hînê dozên Ocalan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dewam dike, lewma astengkirina parêzeran a çûyîna Îmraliyê sûç e. Di serlêdanê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan di hevdîtina dawî ya bi birayê xwe re anî ziman û hat destnîşankirin ku divê tavilê heyeteke ji doktorên serbixwe yên pispor biçe girava Îmraliyê û Ocalan muayenek bike. 

Di serlêdanê de, ji bo bicihanînê ev daxwaz hatin kirin:

- Divê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji aliyê heyeteke ji doktorên serbixwe ve were muayenekirin

- Hevdîtina parêzeran a ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve tê astengkirin, êdî serbest bibe û der heqê wezîfedarên heta roja îro astengî derxistine pêşiya hevdîtinan, lêpirsîn û darizandina qanûnî bê kirin

- Li ser daxwaza Abdullah Ocalan, ji bilî malbata xwe, bi 3 kesên dixwazin pê re hevdîtinê bike, derfet bê afirandin ku bi rêk û pêk hatibe hevdîtinan bike

- Ji bo çavdêriya rewşa Ocalan û hevdîtina pê re, heyetek mafên mirovan a di nav de rayedarên komeleya me jî cih bigire, biçe Girava Îmraliyê

- Destûr ji Heyeta Aqilmlend û Komîsyona Çareseriyê ya li Meclîsê re bê dayîn ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin.