ÎHD: Biryar li dijî pîvanên Kopenhagenê ye

ÎHD: Biryar li dijî pîvanên Kopenhagenê ye

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) biryara betalkirina lîsansên weşana Nûçe TV, MMC û Roj TV a ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ve şermezar kir. ÎHD'ê diyar kir ku ev biryar li dijî krîterên Kopenhagenê ne û bang li her kesî kir ku vê biryarê li her deverê şermezar bikin.

ÎHD'a Stenbolê, li Taksîmê biryara betalkirina lîsansên weşana Nûçe TV, MMC û Roj TV bi daxuyaniyê şermezar kir. Gerînendeya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn jî piştgirî da çalakiyê û di çalakiyê de pankarta "Girtina MMC, Nûçe û Roj TV binpêkirina azadiya raman û çapemeniyê ye' hat vekirin. Serokê ÎHD'a Stenbolê Umît Efe xwest kesên ku di çalakiyên Parka Geziyê de hatine binçavkirin, serbest bên berdan.

Rêveberê ÎHD'a Stenbolê Alî Gok diyar kir ku Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê li dijî gelê Kurd biryar girtiye û vê biryarê şermezar dikin. Gok anî ziman ku ev qenalên televîzyonê bûne dengê gelên Mezopotamyayê û bang li hemû kesî kir ku li her derê vê biryarê şermezar bikin. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.