Îdiya El Dûrî li Mûsilê hate girtin

Îdiya El Dûrî li Mûsilê hate girtin

Alîkarê serok dewletê hatî xistin yê Iraqê Sedam Huseyîn ku 10 sale qaçax jiyan dike û Sekreterê Giştî yê Partiya Baas Îzet Îbrahîm El Dûrî hate ragihandin ku, li Mûsilê hate girtin.

Kanala televîzyonê Sumerya ku li Iraqê weşandê dike îdîa kir ku, Sekreterê Giştî yê Partiya Baas Îzet Îbrahîm El Dûrî ku yek ji kesên rejima Sedam DYA lêdigere hatiye girtin.

Di nûçeyê de hate gotin ku, şeva din di encama îstixbaratekê de ji aliyê tîmên tekoşîna dij-terorê ve hatiye girtin. Nûçe hêjan ji aliyê rayedarên dewletê û hêzên ewlekariyê ve nehatiye piştrast kirin. El Dûrî ku piştî dagirkirina Iraqê gelek caran hate gotin, miriye yan jî hatiye girtin. Tê gotin ku, li Iraqê piştî ketina Sedam El Dûrî ji bo fînansekirina berxwedêrên Sunî rolekî kilît dileyîze. Beriya demek kurt di weşanek ya vîdeoyî de Dûrî anîbû ziman ku, ew piştgiriyê dide xwepêşandanên li herêmên Sunî têne kirin.