Îdîaya 'plana darbeyê' ya hikûmeta Syrîza ji bo Grexît
Hat ragihandin ku muzakereyên krediyê yên Yewnanîstan bi Yekîtiya Ewropa û IMF re bimeşîne, wê îro destpê bikin. Nûçeya rojnameyekê ya li ser 'plana darbeyê' ya endamên Syrîza, ket rojevê.

Li gorî nûçeya rojnameya Kathîmerînî, ekîbk bi pêşengiya Wezîrê berê yê Maliyeyê Yanîs Varûfakîs, ji bo Yewnanîstan ji Herêma Euro (Grexît) derkeve, plana darbeyê kirine. Di nûçeya rojnameyê de hat ragihandin ku Serokwezîr Aleksîs Çîpras Varûfakîs di meha Kanûna bihurî de wezîfedar kiriye û hat îdîakirin ku plan hatiye kirin Banka Navendî ya Yewnanîstanê bê hackkirin û bi vî rengî pereyê berê drahmiye li şûna Euro bê bi kar anîn.
Her wiha hat îdîakirin ku di nava planê de girtina Serokê Banka Navendî û di nava şevekê de bi zorê rakirina astengiyên li pêşiya derbasbûna drahmiye, hene.
Der barê nûçeyê de Yanîs Varûfakîs ji medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku îdîa bi temamî 'fantezî' ne. Varûfakîs got, "Yanî qaşo min ê agahiyên bacê yên Yewnana bidiziya? Fanteziya dijberên min bandor i min kir."
Li alyê din, muzakereyên li ser pakêteke nû ya alîkariyê ya bi Yekîtiya Ewropa, IMF û Banka Navendî ya Ewropayê, wê îro li Atînayê destpê bikin. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, heyetên beşdarî muzakereyan bibin wê îro bigihêjin Atînayê û di cih de wê muzakere destpê bikin.
IMF'ê jî ragihand ku heyetên îro werin şandin wê 'pisporên teknîkî' bin û payebilindekî IMF ê ji vê heyetê re serokatiyê bike, wê di rojên pêş de biçe Atînayê.