Îdiaya pirtûkên KURDÎ-DER'ê bi qorsanî tên çapkirin!

Îdiaya pirtûkên KURDÎ-DER'ê bi qorsanî tên çapkirin!

KURDÎ-DER'ê îdia kir ku gelek pirtûkên wan ên rêzimana Kurdî ji aliyê Navenda Fotokopî ya Hîrayê ve bi awayekî qorsanî hatine çapkirin. Nivîskar û mamostê KURDÎ-DER'ê Bahoz Baran diyar kir ku, pirtûkên wan bi awayekî dizî tên çapkirin û got ku keda zimanê kurdî ya bi salane tê dayîn bi şeklek dizî tê binpêkirin.

Navanda Giştî ya KURDÎ-DER'ê îdia kir ku, pirtûkên ji aliyê wan ve hatine çapkirin, bi awayekî qorsanî bêyî destûra wan ji aliyê Navenda Fotokopiya Hîra yê ve tên çapkirin. Hate îdiakirin ku, pirtûkên bi navê Rêzimana Kurmancî ya Bahoz Baran, Rêzimana Kurmancî ya Samî Tan, Rêzimana Kurmancî Çetîn Taş, Hînkerê Asta Yekemîn, Duyemîn, Sêyemîn û pirtûka bi navê Destpêk ya ji aliyê Eşref Keylanî ve hatiye nivîsandin ya ku hêj ne hatiye çapkirin, ji aliyê Navenda Fotokopî ya Hîra yê ve bêyî destûra van nivîsakaran û Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê ve bi awayekî qorsanî tên çapkirin û ji bo berjwendiyê xwe difiroşin.

Li ser vê îdiayê ku derket holê nivîskar û mamosteyê KURDÎ-DER'ê Bahoz Baran bertek nîşanê çapkirina pirtûkan a bi awayekî qorsanî da. Baran diyar kir ku, beriya çend rojan agahî ji wan re hatiye ku pirtûkên zimanê kurdî yên nivîskarên kurd û KURDÎ-DER'ê ji aliyê Navenda Fotokopî ya Hîra yê ve ku li navenda Amedê ye bi awayekî qorsanî tên çapkirin.

Baran anî ziman wan li ser agahiyek xwendekara wan daye wan û ew wek kiryarê pirtûkê çûne Navenda Fotokopî ya Hîra yê û li wir pirtûkên bi awayekî qorsanî hatine çapkirin bi şeklek dosyayî di kompîtora wan de hatiye dîtin. Baran destnîşan kir ku, pirtûkên wan ji aliyê hinek derdorên bêexlaq ve bi awayekî qorsanî tên çapkirin û wiha got: "Hinek derdorên ku bi awayekî bê exlaq tev digerin, ev pirtûkên ku bi kedekê hatine amadekirin bi avayekî dizî pirtûkên me didin çapkirin. Ev pirtûkên kurdî yên ku hatine amadekirin, bi gelek zehmetî û bi kedek mezin hatine çêkirin. Ev derdor radibin van pirtûkan ji xwe re bi qorsanî çap dikin û difiroşin. Wek bazara dewletan dixwazin pirtûkên zimanê kurdî jî bixin vê bazara qorsan. Li zanîngeh û beşên ku hatine vekirin wexta ku pirtûkên me fotokopî bikin û bi karibin keda me binpê bikin, em vê qet qebul nekin. Kesên ku bi vî awayî tevdigerin divê demil dest dev ji vê helwesta xwe ya kirêt bedin. Ev yek nayê qebûl kirin. Di hemû pirtûkên ziman de kedek mezin heye. Bi salan li ser van pirtûkan di xebitin keda mirovan tê de heye. Ji xwe bazara pirtûkên kurdî kêm e, lê bi ser de jî hinek kes radibin li gorî keyfa xwe bazara van dikin. Ev nayê qebûl kirin û em vê qet qebûl nakin."

Baran aşkera kir ku, Zanîngeha Dîcleyê meteryalên kurdî bêyî destûra wan li ser pirtûkên kurdî bazarê dike û da zanîn ku, dê ev yek bibe sedema girtina çapkirina pirtûkên kurdî.

Li ser îdiaya KURDÎ-DER'ê têkildarî mijarê xwediyê Hîra yê Mehmet Gokçe, angaştên KURDÎ-DER'ê piştrast nekir û wiha axivî: "Berê me pirtûka bi navê Memê Alan çap kiribû. Lê piştî nivîskarê vê pirtûkê hat û gilî kir, me jî kopî kirin û firotina wê betal kir. Lê be lê ev angaşta KURDÎ-DER'ê ne raste. Me tu pirtûkên bi vî rengî çap nekiriye û li cem me tune ne."