Îdiaya parêzerê gêrîlayên HPG'ê parastin 'sîxure'
Îdiaya parêzerê gêrîlayên HPG'ê parastin 'sîxure'
Îdiaya parêzerê gêrîlayên HPG'ê parastin 'sîxure'
Rûniştina 7 gêrîlayên HPG'ê yên li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê hatin girtin li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de girtiyan îdiayên derbarê xwe de red kirin û diyar kirin ku, di lêpirsîna Midûriyeta Polisan de Parêzer Muammer Çolakoglu ku ji bo parastinê li cem wan amade bû di elehê wan de delîl kom kirine. Xizmên girtiyan jî diyar kirin ku, Prz. Çolakoglu sîxur e.
Rûniştina doza 7 gêrîlayên HPG'ê ku li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê 2 sal berê di operasyona leşkerî de hatibûn girtin li 9'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de gêrîlayên HPG'ê Mehmet Şerif Aslan, Ozan Çelîk, Îbrahim Engin, Serhat Karsu, Çetîn Guler, Faruk Înanir û Mahmut Înar amade bûn. Parêzerên mudafî, xizmên girtiyan û wergêr jî ji bo parastina kurdî li salonê amade bûn. Ozan Çelik bi kurdi parastin kir û îdiayên derbarê xwe de red kirin. Çelîk anî ziman ku, di 2011'ê Tebaxê de tevlî PKK'ê bû û perwerde nedîtiye. Çelîk anî ziman ku nû tevlî PKK'ê bûye û tevlî çalakiyên çekdarî nebû.
Îbrahîm Engin jî bi kurdî parastin kir û diyar kir ku, gêrîlayê PKK û HPG'ê ye. Engîn anî ziman ku di hezîrana sala 2011'an de tevlî PKK'ê bû û wiha got: "Ez wekî şervan tevlî rêxistinê bûm. Min perwerdehiya çekan dît û dema ez hatim girtin şer û pevçûn çênebû. Di nava me de tenê Serbest teslîm nebû û jiyana xwe ji dest da. Serhat Karsu jî diyar kir ku, gêrîlayê PKK, HPG'ê ye û tevlî şer nebûye. Girtî Çetin Guler jî anî ziman ku di tebaxa 2011'an de tevlî PKK'ê bû û tevlî çalakiyan nebûye. Girtî Faruk Înanir jî diyar kir ku, îdiayên derbarê xwe de qebûl nake û polîsan bi zorê îfade bi wan daye îmzekirin. Înanir anî ziman ku Prz. Muammer Çolakoglu di elewê wan delîl kom kirine û sîxuri kiriye. Înanir li prz. Çolakoglu gilî kir. Birayê Înanir Faruk Înanir jî diyarkir ku, ew li parêzer glî dike û parêzer sîxurî kiriye.
Parêzerê mudafi jî parastin kirin û xwest muwekîlê wan serbest bên berdan û serbest bên darizandin.
Heyetê piştî navber da, derbarê girtiyan de berdewama girtinê da û doz taloqî 26'ê Tebaxê kir.
Xizmên girtiyan piştî rûniştina dozê diyar kirin ku Prz. Çolakoglu sîxure û Prz. Çolakoglu, demekê li Çewlikê Serokê Partiya Yekîtiya Mezin a Çewlikê bû.