Îdîaya ‘leşkerekî xwe kuşt’

Îdîaya ‘leşkerekî xwe kuşt’

Hat îdîakirin ku leşkerekî ku navê wî nehat zanîn li Colemêrgê xwe întîxar kiriye. Hat ragihandin ku dozgeriya leşkeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hat ragihandin ku leşkerê ku tê îdîakirin xwe întîxar kiriye ji Qosera Mêrdînê ye. Her wiha nehat zanîn ku leşker ji ber çi xwe întîxar kiriye. Rayedaran diyar kirin ku  wê der barê bûyerê de agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Her wiha hat diyarkirin ku dozgeriya leşkerî jî der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.