Hurmetê ji miriyên Kurdan re jî nîşan nadin

Hurmetê ji miriyên Kurdan re jî nîşan nadin

Li Taxa Kişla ya Çardêrana Wanê ji bo bingehê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ava bikin, şûna goristanê kolandin. Piştî kolandina goristanê ya ji bo şûna qereqolê welatiyan bertekên xwe anîn ziman û der barê rayedaran serlêdana sûc kirin. Di kolandinê de hestiyên derketin xistin kîsikan. 

Li taxa Kişla ya Çardêrana Wanê, ji bo bingehê Fermandariya Cendirmeyan ava bikin goristan kolan. Rayedarên leşkerî şûna goristanê ku nêzî 100 gor lê hene kolan û xwestin bingehê Fermandariya Cendirmeyan li ser ava bikin. Piştî rayedaran li ser gorê dest bi kolandinê kirin, welatiyan bertek nîşan dan û der barê rayedaran de serlêdana sûç kirin. Rêveberên BDP'ê yên navçeya Çardêranê çûn cihê kolandinê û hestiyên ji kolandinê derketin kom kirin û kirin kîsikan. Serokê BDP'a Çardêranê Abbas Atsak, diyar kir ku li gel 100 gor li goristanê hene jî dîsa rayedarên leşkerî ku Fermandariya Cendirmeyan, Qeymeqamê navçeyê û Şaredariyê bi hevkariya hev goristan wêran kirin û kolandin dan destpêkirin. Atsak, anî ziman ku ew neheqiyê li miriyan tên kirin qebûl nakin û xwest ku welatî li miriyên xwe xwedî derkevin. Atsak, da zanîn ku li şûna Şaredar li gundan li dengan digere bila hurmetê nîşanî miriyan bide. Rêveberên BDP'ê piştre li gel welatiyên taxê çûn dozgeriyê serî li dozger dan û gilî kirin.