Hunermend û şoreşgerên Kurd Temel û Serhed li Êlihê hatin bîranîn
Hunermend û şoreşgerên Kurd Temel û Serhed li Êlihê hatin bîranîn
Hunermend û şoreşgerên Kurd Temel û Serhed li Êlihê hatin bîranîn
Hunermend û şoreşgerên Kurd Alî Temel (Selman) û Hozan Serhed li Êlihê ji aliyê Navenda Çanda Bihar ve bi bernameyekê hatin bîranin.
Hunermend û şoreşgerên Kurd ên bi nav û deng Alî Temel (Selman) ê ku di 9'ê Tîrmeha 1994'an de bi 5 hevalê xwe re li gundê Tivikê yê li navçeya Qoserê jiyana xwe ji dest dabû û Hozan Serhed ê di 10'ê Tîrmeha 1999'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera şehadeta xwe de tên bîranîn. Navenda Çandê ya Biharê ya Êlihê bi vê munasabetê çalakiyeke bîranînê li dar xist. Bernameya bîranînê li Taxa Yavuz Selîm li Kolana Cizîrê pêk hat. Xebatkarên Navenda Çanda Bihar, rêveber û endamên BDP’ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK li cihê bernameyê hatin daliqandin. Bernameyê bi deqîqeyek rêzgirtinê û berzkirina dirûşmayên ''Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo'' destpê kir. Piştî rêzgirtinê hunermend û Koma Girava Rojê ya Navenda Çanda Biharê stranên Alî Temel û Hozan Serhed pêşkêşî gel kirin. Li ser navê Koma Girava Rojê Siyabend axivî û wiha got: "Ew şehîd û hunermendên azadiyê ne. Stranên wan rêya me ronî dikin."