Hunermend û Şoreşger Elî Temel hat bîranîn
Hunermend û Şoreşger Elî Temel hat bîranîn
Hunermend û Şoreşger Elî Temel hat bîranîn
Hûnermendê kurd ê şoreşger û bi nav û deng Elî Temel (Selman) li ser gora komî ku tê payîn cenazeyê wî jî tê de ye, hate bibîranîn.
Hûnermendê kurd ê şoreşger û bi nav û deng Elî Temel (Selman) ê ku di 9'ê Tîrmeha sala 1994'an de bi 5 hevalê xwe re li gundê Tivikê yê navçeya Qoserê jiyana xwe ji dest da, li ser gora komî ku tê payîn cenazeyê wî tê de ye hate bibîranîn.
Di merasîma bibîranînê de xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê û gelek kes amade bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê destpêkir. Birayê Temel, Faysal Temel li vir axaftinek kir. Temel anî ziman ku gorek birayê wî jî tuneye û got: "Gorek birayê min jî tuneye. Li gel ku me bi dehan caran serî li rayedaran da jî me tu encamê negirt."
Piştî axaftina Temel, xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê, ji bo bîranîna Temel stranê wî gotin û di bîranînê de kêliyên bi hestewar hatin jiyîn.
Elî Temel kî ye?
Li ser mirina Alî Temel ê ku hovîtiya Girtîgeha Amedê bi starên xwe yên efsûnî vegot 18 sal derbas bû. Elî Temel li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayîk bû. Di zarokatiya xwe de hunerê gelek bala wî kişand û ji ber şert û mercên wê demê hunera şoreşê tercîh dike û xwe di 1981'an de li Girtîgeha Amedê de dibîne. Temel dibe hevalê berxwedêrên wekî Elî Çîçek, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz. Temel li girtîgehê komekê ava dike û bi skêçan bersivê dide êşkenceyên ku têne kirin û di bin şertên herî giran de jî bi rûyê xwe yê ken ji aliyê hevalên xwe ve gelekî tê hezkirin.
Di êşkenceyê de bêvil û milê Temel hatin şikandin. Piştî tu Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan helbesta xwe ya binav ê "Amed" nivîsand.
Temel bi Ferhat Kurtay re di qawîşa 33'yan de ma û bû şahidê çalakiya Kurtay bû. Li girtîgehê ji gore û texteyan amûrê muzîkê çê kir û stran got. Piştî ku di 1990'an de hate berdan bi Koma Çiya re albuma "Rozerîn" derxist. Li gelek deran konser da û derket ser dikê.
Di rojnameya Ozgur Gundemê de rûpela çand û hunerê çêkir. Piştre jî bi hevsera xwe re tevlî refên PKK'ê bû. Temel piştî salake di 9'ê Tîrmeha 1994'an de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê di şikefteke de birîndar bû û ji bo ku nekeve dest bombe di xwe de teqand û jiyana xwe ji dest da.