Hunermend Serhedo serbest hat berdan

Hunermend Serhedo serbest hat berdan

Hunermend Serhedo, dema duh xwest derbazî Başûrê Kurdistanê bibe li deriyê sînor hat binçavkirin û piştî îfade da serbest hat berdan.

Hunermend Serhedo dema duh xwest ji Tirkiyeye derbazî Başûrê Kurdistanê bibe li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin. Serhedo piştî hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Silopiyê. Serhedo bi hinceta di dozek Sêrtê de îfade nedabû hat binçavkirin. Serhedo piştî li dozgeriya Silopî îfade da di heman rojê de serbest hat berdan.