"Hukûmet gavan biavêje" bi beşdariya dehhezaran destpê kir

"Hukûmet gavan biavêje" bi beşdariya dehhezaran destpê kir

Li Edene, Mêrsîn, Amed û Stenbolê bi 10 hezaran kurdên derketin kolanan, ji bo ku Hikûmeta AKP'ê li hemberî gavên çareseriya demokratîk ên kurdan bê bersîv nemîne di çarçoveya kampanya BDP'ê ya "Hikûmet gavan bavêje" de derketin kolanan û meşên girseyî pêk anîn. Bi 10 hezaran kesên derketin kolanan û daxwazên xwe yên demokratîk anîn ziman rastî destwerdana tund a polîsan rast hatin. 

AMED 

Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Amedê kom bûn, bi boneya gulebarana leşkeran a li dijî welatiyên Gundê Hezanê yê Navçeya Liceya Amedê şermezar bikin û di çarçoveya kampanya "Hikûmet Gavan Bavêje" meş pêk anîn. Bi hezaran kesên ji ber avahiya BDP'ê heta Parka Koşuyolu xwestin bimeşin li Qada Turgut Ozal rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û TOMA'yan mudaxaleyek hişk pêk anî. Bi mudaxaleya polîsan şer derket û her der bû qada şer. Di mudaxaleya bi bombkeyên gazê yek jê giran 4 kes birîndar bûn. Piştî di navbera polîs û girsê de pevçûn derket, gelek helikopter firiyan pada pevçûnê û helîkopter bi nizmî di serre difirin. Di dema Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk dest bi axaftinê kir polîsan dîsa bi bombeyên gazê û ava şit mudaxele kir. 
Beriya meşê polîsan derdorê avahiya BDP'ê ya Amedê dorpêç kir. Bi sedan polîs ji navçe û bajarên derdorê ji bo piştgiriyê hatin. bi dehan TOMA, sedan hêzên çevîk li derdorê BDP'ê kom bûn. Piştî meşê dest pê kir, 5 TOMA, maşînê akper û bi sedan polîsên zirxî ser kolanê girt û destûr neda girse bimeşe. Giresa ku di meşê de israr kir rastî mudaxaleya polîsan a hişk hat. Piştî mudtaxaleya polîsan Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk derket ser otobusa hilbijartinê û xwest axaftinê bike. Dema ku Tugluk dest bi axaftinê kir polîsan dîsa bi bombeyên gazê mudaxale kir û Girse li qada Turgut Ozalê li hemberî bombeyê gazê bersiv da polîsan. Di mudaxaleya polîsan de her der bû qada şer û polîsan bi sedan bombeyên gazê, ava îsotê û fîşekên plastîk bikar anî. Çalakî di nava kolanan debelav bû. Piştre girse dîsa li ber avahiya BDP'e kom bû û li vir jî rasti mudaxaleleya polîsan hat. Girsê jî li vir bi keviran bersîv da polîsan. Heta demekê şûnde Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak daxuyanî da. Kişanak, anî ziman ku wan mafê xwe yê demokratîk û rewa mafê meşê bikar anîye, lê polîsan mudaxaleyî vî mafê wan jî kiriye. Kişanak, da zanîn ku armanca vê meşê piştgirî û daxwaza aştiyê bû, lê polîsan mudaxaleyî daxwaza aştiyê kiriye. Kişanak, da zanîn ku ev mudaxale li hemberi aştiyê û çareseriyê asteng e û vê mudaxaleyê şermezar dikin. 

Piştî daxuyaniya Kişanak, bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê kam bûbûn belav bûn. Hat zanîn ku di mudaxaleyan de 3 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên birîndar talûkeya mirinê ji ser xwe avêtine. 

MÊRSÎN 
 

Li Mêrsînê jî bi heman armancê bi 10 hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Mêrsînê kom bûn, heta avahiya Taş Bîna (Avahiya Şaredariyê) meş pêk anîn. Di meşê de polîsên çevîk û TOMA li nêzi çalakiyê hatin bicihkirin. Di meşê de parlamenterên BDP'ê û rêveberên BDP'ê amade bûn. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Disa disa serhildan, serokê me Ocalan", "Şehît namirin", "Ey şehid xwîna te li erdê namîne", "Destê dirêjî aştiyê dibin bila bişkên", "Jîn, jiyan, azadî" berz kirin. Girsê di meşê de pankarta "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re statu" "Em bi ruhê Zilan ê berxwedanê çareseriya Demokratîk silav dikin" "Hukûmet gavan bavêje", "AKP ji Roboskiyê heta Lice gavan bavêje" vekirin. 

Girsê di meşê de dowîzên "Ji Çiyayê Kurdistanê destê xwe bikişîne" "Bila Îmrali bê girtin", "Ji girtiyên siyasî re azadî" û "Bila zindan bê valakirin", "Ji erdnîgariya kurdan cudakariya ekonomik û politik" û "Bila makeqanûna sivîl û demokratîk bê avakirin" bilind kirin. Girsê di meşê de Şêx Seît jî bibîr anîn. Paramenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertuğrul Kurkçu, bi kurdî girse silav kir û diyar kir ku tenê bi gotinê aştî pêk nayê û xwest hikûmet daxwazên gelê kurd bicih bîne
Girsê piştî axaftinan ji bo bîranîna Medeni Yildirim 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û silogana "Heval Medenî Yildirim nemir e" berz kir û belav bûn

STENBOL 

Li Stenbolê jî hem ji bo kampanya "Hikûmet gavan bavêje" hem jî ji bo kuştina Medenî Yildirim çalakiyek girseyî hat lidarxistin. Meclisa HDK'e ya Sultangazî êrîşa leşkeran a li Liceyê şermezar kir û li taxa Gazi meşek girseyi pêk anî. Girsê di meşê de pankarta "Her der Licê her der berxwedan" vekir û ber bi Cemxaneya Gaziyê ve meşiyan. Girsê di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bilind kir. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Heval Medenî nemir e" berz kir. Girse heta Cemxaneya Gaziyê meşiyan û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Girsê piştî daxuyaniyê xwest meşê pêk bîne û polîsan bi bombeyên gazê, ava şit û TOMA mudaxale kir. 
Ciwanan jî bi fişekên hewayî û keviran bersîv da û di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.