HSK'ê derman li Navendên Qamişlo belav kir
HSK'ê derman li Navendên Qamişlo belav kir
HSK'ê derman li Navendên Qamişlo belav kir
Ji ber ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê ku derman gelekî kêm bûne, Heyva Sor a Kurd beşek ji dermanên peyda kir li 5 Navendên Tenduristiyê yên bajarê Qamişlo belav kir.
Xebatkarên Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo 4400 derzî, antîbiyotîk ' cefozin – iespor – sefuroksim sodium' û gelek dermanên din li 5 Navendên Tenduristiyê yên bajarê Qamişlo belavkirin.
Belavkirina dermanan li ser navendan wiha bû:
1- Navenda Tenduristiyê ya taxa Xerbî 800 derzî
2- Navenda Tenduristiyê taxa Hilêliyê 900 derzî
3- Navenda Tenduristiyê taxa Xelîc 700 derzî
4- Navenda Tenduristiyê taxa Meyselûn 900 derzî
5- Navenda Tenduristiyê taxa Erbawiyê 1100 derzî