HPG: Li Êlihê cerdevan û kontra di kemînê de ne
HPG: Li Êlihê cerdevan û kontra di kemînê de ne
HPG: Li Êlihê cerdevan û kontra di kemînê de ne
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li rêgehên wan ên Êlihê yekîneyên cerdevan û kontra di kemînê de ne û li Zagros û Herekolê jî liv û tevgera hewayî rû daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di navbera navçeyên Sason û Hezo yên Êlihê de, li qadên Helkit, Direnik û Gomuka, cerdevan û kontra kemînê diavêjin rêgehên gerîla.
Di daxuyaniyê de hat hişandin ser liv û tevgera hewayî ya li Herekol û Zagrosê û ev agahî hatin dayîn:
"Di navbera navçeyên Êlih Sason û Hezo de, cerdevan û kontrayên artêşa Tirk a dagirker, li qadên Helkit, Direnik û Gomuka kemînê datînin pêşiya gerîlayên me.
Roja 11'ê Hezîranê saet di navbera 15.00-16.00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, ji ser qada Herekol a Sêrtê nizm firiyane. H er weha li herêmê balafirên keşfê yên bêmirov difirin.
Roja 11'ê Hezîranê saet di navbera 20.00-2100 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, ji ser qada Çarçela ya Zagrosê ji nizim firiyane. Her weha li herêmê bê navbera balafirên keşfê yên bê mirov difirin."