HPG: Komên Çewlik, Amed û Garzanê gihaştin
HPG: Komên Çewlik, Amed û Garzanê gihaştin
HPG: Komên Çewlik, Amed û Garzanê gihaştin
HPG'ê ragihand ku komên gerîla yên ji eyaletên Çewlik, Amed û Garzanê ketin rê, gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di daxuyaniyê de, der heqê tevgera leşkerî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, agahî hat dayîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê, li ser komên gerîla yên meşa xwe ya çareseriya demokratîk temam kirine û gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên gerîla yên ji eyaletên Çewlik, Amed û Garzanê ketine rê, xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gel ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed û Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim, ji aliyê gerîla ve bi merasîmeke leşkerî hatine pêşwazîkirin.
HPG'ê her weha der heqê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de jî agahî ad.
Hat ragihandin, roja 20'ê Hezîranê saet li dora 18.00'an helîkopterên bi tîpa Skorsky yên artêşa Tirk li dora Çiyayê Çarçela demeke dirêj firiyane û hat gotin, "Li Girên Şehîd Mazlûm û Şehîd Hozan, bi armanca hişyarkirinê gule li helîkopteran hatiye reşandin. Li ser gulereşandina hişyariyê, helîkopterên artêşa Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derketine."