HPG’ê îdiaya Çardêranê derewand
HPG’ê îdiaya Çardêranê derewand
HPG’ê îdiaya Çardêranê derewand
HPG’ê îdiayên ku gêrîlayan li Çardêranê ji eşîreta Şêxkî 2 kes revandine derewand û got: “Ji aliyê dijminên ku gef lê hatine xwarin, hatine revandin û ji bo serbest berdana wan 700 milyar fîdye xwestine.”
Li navçeya Çardêran ya Wanê roja 4’ê Tîrmehê eşîra Şêxkî ku biawayekî komî hemû tevlî BDP’ê bûn, du kesên ji eşîra Şêxkî ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin. Rayedarên Tirk û çapemeniya Tirk îdiakirin ku, her du kes ji aliyê gêrîlayan ve hatine revandin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û îdia derewandin. Ragihand ku, kesên mijara gotinê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û li beramberî serbest berdana wan jî 700 milyar fîdye xwestine.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê bûyerê de ev daxuyanî da:
“Eşîra Şêxkî ya li navçeya Çardêran Wanê ku 4’ê Tîrmeha 2013’an biawayekî komî hemû tevlî BDP’ê bûn, du endamên eşîra Şêxkî ji aliyê dijminê ku hatine tehdît kirin, hatine revandin û li beramberî serbest berdana wan jî 700 milyar fîdye xwestine. Ew kesên mijara gotinê ji aliyê gêrîlayên me ve nehatine revandin û ev nûçe bi armanca şerê taybet têne kirin.”