HPG: Bi armanca hişyarî û parastinê gule hatin avêtin
HPG: Bi armanca hişyarî û parastinê gule hatin avêtin
HPG: Bi armanca hişyarî û parastinê gule hatin avêtin
HPG’ê ragihand ku, dema ku leşkerên girêdayî artêşa Tirk ên li bejahiya navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê derketibûn operasyonê nêzî herêmên gerîla bûn “bi armanca hişyarî û parastinê” gule hatine avêtin.
HPG’ê di derbarê daxuyaniya duh ya Serfermandarê Giştî yê ArtêşaTirk ku gotibû ‘li Mêrdînê gerîlayan leşker hedef girtine’ daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dema leşker ber bi herêmên gerîlayan ve hatin, bi armanca hişyariyê gule hatin avêtin. Her wiha HPG’ê ragihand ku, weke Serfermandariyê gotî, çekên giran jî nehatine bikaranîn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê wiha ye:
“Di 15’ê Mijdarê de leşkerên artêşa Tirk ya dagirker li derdora Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç ya di navbera gundên Marînê û Xirbê Mişka ya girêdayî navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê de operasyon dan destpêkirin û ber bi herêmên gerîlayan ve hatin. Gerîlayên me jî bi armanca hişyarî û xwe parastinê gule avêtine. Weke ku Serfermandar jî gotî, çekên giran nehatine bikaranîn. Ev bûyer tenê ji ber vê çêbûye. Hêzên me yên gerîla tenê bi armanca xwe parastinê gule avêtine.”