‘Hîv careke din diteyîse’

‘Hîv careke din diteyîse’

Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe wiha behsa şehîdên Kurdistanê dike, “Ew bûn pira ku di navbera jiyan û mirinê de hatiye avakirin. Şehîdên me, xwediyên rast ên jiyana bedew in. Zelaliya PKK’ê, duristiya PKK’ê, di rastiya rêhevalên şehîd de ye. Ligel me ji bo şehîdan zêde rondik rijandin û girî nîn e. Şehîd kirina hêza jiyanê û cesaretê heye. Ev jî ji bo mirina xerab bersiveke. Şehîd parçeyên me yên ku nayên qutkirin. Tişta ku PKK kir PKK nêzikatiya rast a ji şehîdan re ye. Teqez divê em hêz, dilsozî, berxwedan û bîranîna şehîd, di kesayeta xwe de bidin jiyandin. Rêberên me yên esas û daîmî şehîdên me bi xwe ne. Şehîd dibin pira veguhestina fikir û hizreke mezin. Bibîranîna şehîd bibîranîna serketinê ye. Şehîd nirxên bingehîn in.” 

Şeveke reştarî/ Hîv li asîman geh xuya dikir, geh wenda dibû/ Di şevên bi ewr de ma dinya hîn zêdetir dizivirî gelo?/ An jî qey lîstikek hîvê bû?/ Hîv bi ewran re di nav pêşbirkekê de bû/ Şeveke reştarî bû/ Ji bilî kêliyên kurt ên dema hîv ji ewran rizgar dibû şeveke reş tarî/ Rûyê mirovekî yê di teyisîna hîvê de xuya dike. Dema ronî kêm e rûyê mirovan çi qasî cuda xuya dikir/ Şeveke reştarî bû/ Ji bilî roniyeke bi kêliyan/ Rûyê mirovekî ku bi kefiyeyê hatibû pêçandin û tenê spîka çavên wî xuya dikir, li pêşberî min rawestiyabû. 

Rêhevalekî Gerîlla Egîd bi van hevokên li jor dest bi vegotina hevalê xwe yê li çiyê, Egîd dike. Di sala 2000’an de Erdal Karadag bi nasnav Egîd dema ji Stenbola ku ji bo kurdan mîna cendereyekê ji aliyê dewleta Tirk dihat bikaranîn, bersiv û helwesteke herî zelal dida dijmin: “Wê Roj bi bayekî herî hênik re roniya xwe ya azadiyê ji çiyayan ber bi xaka pîroz ve bilind bike.” 6 salan di nav têkoşîneke bêeman de cih girt, Egîd. Egîdê ku navê Fermandarê Mezin Egîd wergirtibû. Egîd di sala 2006’an de li Erzîncanê beşdarî nav nemirên Kurdistanê dibe û hîn jî li çiyayên Kurdistan ji aliyê hevalên xwe, di bîranînên ku sarbûna derdorê vediguherîne hêlîneke germ tê behskirin. 

Wiha didomîne vegotina xwe şervan û gerîllayê kurt ku vegotin û bibîranîna hevalên xwe weke wezîfeyê ji bo xwe dibînin: 
Kêliyek bû, teyisandina kêliyekê ya hîvê bû. Kêliya ku min rûyê zilamekî Kurd ê serê xwe bi kefiyeyê pêçandibû dît. Mîna avek di axên ziwa de menderesan xêz bike jiyanê jî di wî rûyî de xêzên kûr çêkiribû. Veşartîbû û bi qasî ku di teyisandina kêliyeke hîvê de xuya bike veşartîbû xetên rûyê wî... 

Xetên di rûyê wî de li ku derê dinihêrin? Veşartîbûna wê çi bû? Rûyekî ku veşartîbûna xwe ji êşên xwe werdigirt. Hîv careke din diteyîse û çavên reştarî ronî didin. Çavên di tona herî mat de; reş. Mîna tariya berî berbangê, çavên reştarî. Veşartîbûna di çavan de, şeva ji roniyê re avis... Destek dirêjî destê min dibe. Destekî hişk, ziwa. Destekî germ ê dide hîskirin ku destê min di dest de ye; destekî germ. Naxwe ya rû ronî dikir ne ronahî bû?
Naxwe roniyê tenê diteyisand. A girîng li pişt teyisandinê veşartîbû. Gelek caran, di demên ku ronî pir zêde bû jî şopên ku mirovan bi dest nexistibûn, di demên reştarî de, bi destdayînê yan jî di roniyeke herî biçûk de dihat girtin. 
Naxwe, di rûyê mirov de, di çavên mirov de hêzek hebû. Ev hêz timî bi hemû giraniya xwe nedihat xuya kirin. Ji ber ku însan hêza xwe ji ruhê xwe digirt. 
Di şeveke ku tariyê hikûm li ser şevê dikir, giraniya di rûyê milîsekî gundî yê komek gerîlla dîtiye û heyecana dîtina gerîlla... Heyecan tevayî tiştên veşartî deşîfre dike. Hêvî bû ya tevayî êş bê ku şerm bike û bitirse li xetê rûyan bar dikir. 

‘BI EVÎNDARÎ TE JIYAN HEMBÊZ DIKIR’

Hêvî bû ya nedihişt ji êşên xwe fedî bike. Êşên xwe vediguherand îradeyeke hîn bi hêztir, destê gerîlla yê di destê xwe de diguvaşt. Hişkbûna di destê xwe de, nermbûna li pey ziwabûnê dida hîskirin...

Yê milîs got, ''Merheba'' û bi gavên bi lez da pêşiya me. Di şopa pêlava wî ya spî ya tarî parçe dikir de em dimeşiyan. Dema em gihiştin ber şiverêya çiyê bayekî germ rûyê me maç dikir. Ji jêr ber bi jor ve em bimeşiyan. Di her gavekê de, di her bêhnekê de ronî diket dewsa tariyê. Çavên min ên pêlava spî dişopandin bi deverên dûr ve diketin nav eleqetan. 

Berbang derdiket. Me sibeheke meha Nîsanê pêşwazî dikir. Her ku em bimeşiyan xunavê şalê me şil dikir. Ax bi xem, ax tenê mîna guleke ber berbangê bi tena xwe, mîna kulîlkekê li benda rojê ku ha vebe ha vebe. Her ku em diçûn, roj derdiket, her ku roj derdiket ax şiyar dibû û me dengê mirovan dibihîst ji nêz û ji dûr ve.

Dema tu bi mirovan re eleqedar dibû, bi heyecana dîtina sira wan tu tevdigeriya. Bi hezkirina xwe te di dil û hişan de cih digirt. Û dema her kes bi te re û tu bi her kesî re bû, yek jî bi azadiya xwe tu her dem hebû... Ji bo derbaskirina sînorên ku bi hezarê salan mirov dorpêç kirine, bi coş te xwe bi îzafiyeta dem û cih ve girêdida.

Ji çavên te dihat xwendin bidestxistina jiyana ku hatibû dizîn. Bi evîndarî te jiyan hembêz dikir û bi hêvî te hewl dida xwe, ji bo xwegihandina zemanê ku bêyî gotinan guhdarî bike. Tu di cihê xwe de rûnedinişt. Te sînorên ku fizîk û ramanên mirovên esîr digirtin bi hêrs derbas dikir. Ber bi bêsînorbûnê tu bi heyecan dibeziya. Li hember pasîfbûn û sersariyê tu bi hêrs dibû. Te bi destên kesên xwedî seknên wiha digirt, te ew dibezandin û didan heyecanê. Jiyan ji bo te maratoneke bêdawî bû. Bêsekn tu dixebitî ji bo xelekên duh, îro û sibê bi hev ve girê bide. Te hewl dida bibî şagirtekî baş ê ‘hosteyan’. 

Car caran weke zarokekî bêsekn te pirs dikir. Weke zanayekî te nîşanî yên li hemberî xwe dikir li hember bêsînoriya zanînê sînordariya ku dijîn. Tu mamosteyê dilnizm ê zanînê bû. Tu lêgerekî bêeman ê ku wate dida diyardeyeke herî biçûk jî. Ligel cewhera xwe ya mîzacî tu xwedî ciddiyet û eleqeteke mezin bû. Trajediyên di jiyanê de bi uslûba xwe ya zirav a mîzahî, te ev qasî balkêş dikir ku, dîwarên bêwatebûnê yên di mejiyan de yek bi yek hildiweşiyan. 

‘TU DENGÊ ASÎ YÊ VÊ DÎROKÊ BÛ’

Tevî ku tu ne muhafezakar jî bû, ya nû ji bo çi û çima pêwîst e bi hemû hûrgiliyên wê te pirs dikir, lêdikola û te dixwest fêm bikî. Te ya werdigirt û fêm dikir dixist pratîkê. Înada te û asîbûna te ne di israra ya kevin û paşdemayî de bi her awayî bidestxistina ya nû bû. 
Li hemberî dîrokê eleqeyeke te ya mezin hebû. Bi her awayî ji bo fêmkirina rabirdûyê û têkiliya wê bi niha ve bê girêdan tu xwedî hewldaneke mezin bû. Di encam de ev lêgerîn di mijara fêmkirina dîroka xwe de xwe nîşan dida. Ji bo fêmkirina dîroka Dêrsimê ya tu ji nav derketibû û hatibû, hewldanên te muezzem bûn. 
Tu dengê asî yê vê dîrokê bû. Tu di nav hewldanekê de bû qisûra vê trajediya veguheriye girêkeke kor çareser bikî. Tu gihiştibû sira Seyîd Rizayan û te rêbaza ronîkirina hişmendiya ku dîroka sergirtî reş kiriye dîtibû. Tê berê xwe daba çiyayan û tê gotiba, ‘Ez hatim, ji bo qolincên ji nû ve dayikbûna min em pêkve bijîn’ û tê gotiba, ‘Ev ne qolincên êşê ne. Ev qolincên azadiyê yên bi zehmet û bi qasî zehmet ên bedew in.’”