Hiqûqnasên Rojava êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin

Hiqûqnasên Rojava êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin

Navenda Yekîtiya Hiqûqnasên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi armanca şermezarkina êrîşên komên çekdarê ên Artêşa Azad ser navçeya Şêrawa ya Efrînê û girtina deriyê di navbera başûr û rojavayê Kurdisanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî, sazî û dezgehên mirovî hate kirin ku mudaxele bikin da ku ambargoya li ser herêma Efrînê bidawî bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Sûriyeyê di rewşeke hesas re derbas dibe û encamên vê rewşê li herêmê bi giştî kiriye, gelek nakokiyên hundirîn, herêmî û navnetewî di hundirê welat de derketiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ji ber van nakokiyan gelek guhertin di nava helwestan de derket û hêzên muxalefetê ku nikarin li ser zemîn, fkira û rêveberiya demokratîk bisekine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, kesên ji ber pevçûnên li Sûriyeyê ziyan dîtine sivîlin û wiha hate gotin: “Şerê di navber hêzên rêjîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de, gelek ziyan û wêranî li welat çêkir. Herî zê de weltiyên sivîl, zarok û kesên bê guneh ziyan dîtin û bûn qurbaniyên van pevçûnan. Bûyerên tundî,revandin û wêraniya li Sûriyeyê gihişte herêmên kurdî ên bi ewle. Ambargoya niha li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê di navber Rojava û Başûrê Kurdistanê herêmên rojava bi giştî kete nava çemberê de.᾿̓

Navenda Yekîtiya Hiqûqnasên Kurd li Rojavayê Kurdistanêdi daxuyaniya xwe de da zanîn ku, rewşa zêdetir ji 700 girtiyên sivîl ku ji aliyê çekdarên Artêşa Azad  ve hatine revandin pir xirabe û rastî tundî û îşkenceyê tên. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar ser navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin şermezar kirin û ev tişt hate gotin: “Em wek Hiqûqnasên Kurd van êrîşên Artêşa Azad ser herêmên me yên aram û bitaybet Efrînê şermezar dikin”

Di dawiya daxuyaniyê deYekîtiya Hiqûqnasên Kurd li Rojavayê Kurdistanêbang li rêxistin, sazî û dezgehêm navetewî yên mafê mirova, saziyên hiqûqî û hemû kesên demokratîk û aştî xwaz li hundir û derveyî welat kir da ku helwesta dijî êrîşên dijmirovî yên ser herêma Efrîn û çemberkirina herêmê nîşan bikin.