Hiqûqnasên Efrînê yekemîn kongreya xwe pêkanîn

Hiqûqnasên Efrînê yekemîn kongreya xwe pêkanîn

Hiqûqnasên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn konferansa xwe lidar xist.

Konferans duh li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê bi beşdariya sedan hiqûqnas, nûnerên Desteya Bilind a Kurd, Encumena Neştîmanî Kurdî li Suriyê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hate lidarxistin. Di konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de,  Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Reşîd Şeban axaftina destpêkê kir û got: "Rejîma Baas hemû zagonên dijmirovahiyê danîbûn ser gelê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha dadgeh û zagonên awarte çêkiribûn û li girtîgehan her tiştên pîs di anîn serê siyasetmedaran.”

Piştre Parêzer Evîn Hec Hemo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di Newroza Amedê ya 2013'an de hatibû xwendin, xwend.

Di konferansê de li ser navê ENKS’ê Raxêb Hecî Hesen, li ser navê MGRK’ê Ferhad Dêrik, Serkeretê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîti) Muhîdîn Şêx Alî û Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mehemed jî axivîn û li ser rol û girîngiya edaletê û dadgeriyê rawestiyan. Axaftvanan xwestin saziya dadê mafê gel biparêze.