Hîndîstanê bi gerîlayên NSCN-IM re peymana aştiyê mor kir
Serokwezîrê Hîndîstanê Narenda Modî da xuyakirin ku wan peymana dawî li şerê 60 salan ên li bakurrojhilatê welêt tîne, mor kirine.

Peyman di navbera Hikûmeta Federal a Hîndîstanê û yek ji girîngtirîn fraksiyonên Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagaland (NSCN) NSCN-IM de hat morkirin.
Bi peymana ji aliyê Serokwezîr Modî û Sekreterê Giştî yê NSCN-IM Th Mûîvah ve hat îmzekirin re, ji bo qedandina şerê ev 60 sal in li eyaletê dimeşe, gaveke girîng e. Modî xwest ev peymana aştiyê ji bo tevgerên din ên gerîla yên li welêt di nava tevgerê de ne, bibe mînak.
Hat ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser peymana aştiyê ya di navbera hikûmetê û NSCN-Im de, wê di demeke nêz de bi raya giştî re werin parvekirin.
Di navbera rêxistina bi navê NSCN ku NSCN-IM di sala 1988'an de jê veqetiya û hikûmeta navendî ya Hîndîstanê de ev 60 sal in şer diqewime. Herî dawî di Hezîrana bihurî de di encama kemîneke gerîlayên NSCN a li eyaleta Nagaland de herî kêm 20 leşkerîn Hîndîstanê jiyana xwe ji dest dabûn. Di daxuyaniya ji aliyê artêşê ve hat dayîn de hatibû îdîakirin ku lîderekî gerîla yê bi navê Khûmlo Abî Anal ê piştî 3 hefteyan hat girtin, ji êrîşê berpirsyar e.
Li eyaleta Nagalandê ku nifûsa xwe bi qasî 2 mîlyon e, piraniya şêniyên wê gelê Naga ye ku bêhtir nêzî Bîrmanyayiyan e.
Li Hîndîstanê hînê li 7 eyaletan 12 komên gerîla heen ji bo serxwebûn û guhertina rêveberiya siyasî dixebitin.