Hin hêz naxwazin doza Kurdan têkeve Rojeva Cenevreyê

Hin hêz naxwazin doza Kurdan têkeve Rojeva Cenevreyê

Li gorî malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di hevdîtinên ku şandeya wan bi serokatiya Salih Muslim li Cenevre pêk anîne, diyar bû ku hin hêzên herêmî û navnetewî wek Tirkiyê û Amerîka naxwazin ku doza Kurdan di kongira Cenevra 2 de were gotûbêjkirin.

Di malpera PYD'ê de hate ragihandin ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di van rojên dawî de gelek hevdîtin derbarê kongira Cenevre 2 de pêk anîne. Di çarçoveya hevdîtinan de Muslim duh li Navenda Sefareta Rûsiya ya paytexta Siwêsra bi Cîgirê Wezîrê karê derve yê Rûsiya Mîkaîl Bogdanof re hevdîtinek pêk anî. Di civînê kar û bar û amadekariyên civîna kongira Cenevreyê hatin nirxandin.

Li gorî nûçeya ku di malpera ferîm a PYD`ê de hatiye weşandin. Di encama hevdîtinan de hatiye aşkere kirin ku hin hêzên herêmî û yên navnetewî ku Turkiya û Amerîka jî di nav de ne, naxwazin ku doza Kurdan têkeve rojeva civîna Cenevreyê.

Şandeya Kurdan jî di van hevdîtinan de destnîşan kiriye ku bêyî çareserkirina doza Kurdan pirsgirêka Sûrî jî çareser nabe û aşîtî û demokrasî pêk nayê. Şandeyê her wiha diyar kir ku nûnerê rewa yê gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind a Kurd e.