Hilbijartinên DTSO destpê kirin
Hilbijartinên DTSO destpê kirin
Hilbijartinên DTSO destpê kirin
Hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê (DTSO) destpê kirin. Nêzî 7 hezar endam, di atmosfereke tengezar de dengê xwe bikar tînin.
Hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê (DTSO), li Fakulteya Zanistiyên Rêveberiya Aborî ya li Kampusa Alîaxa ya Yekitiya Ode Borseyan a Tirkiyê saet di 09.00 de destpê kir û wê di 17.00 de biqede. Hewldana Karsazên Demokratîk a bi dirûşma "Bi Rizgariya Demokratîk re Em Aboriya Jiyana Azad ava bikin" ketin rê bi Lîsteya Şîn tevlî hilbijartinan dibe û weke lîsteyên zer û spî bi du koman di hilbijartinan de li ber xwe didin.
Komên beşdarî hilbijartinê dibin, li hewşa avahiya hilbijartinê mase danîne û hewl didin xwe bigihînin hilbijêran. Li hundurê avahiyê û hewşê cih bi cih tengezarî rû didin. Tedbîrên tund ên polêsan li derdora avahiyê jî balê dikşîne.
Dengdan dewam dike...